Jinên Kobanê Roja 1'ê Mijdarê pîroz kirin

  • 09:10 31 Cotmeh 2017
  • Rojane

Îlham Eloso

KOBANÊ - Bi boneya 1`ê Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê jinên Kobanê ev roj  li hemû cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku ev roj ji  bo Gelê Kurd rojeke pîroz e!
 
Cîhanê, 1'ê Mijdar a 2014`an weke roja xwedîderketina li Kobanê ragihandin. Li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya hêzên YPJ/YPG ku di kolanên Kobanê de berxwedanên dîrokî didan meşandin, meşên piştgiriyê dihatin li darxistin. Bi hatina vê munasebetê jinên Kobanê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku roja 1`ê Mijdarê ji bo Gelê Kurd rojeke pîroz e." 
 
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Nesrîn Qehro 1`ê Mijdarê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû Gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Di roja 1`ê Mijdarê de jinên me tevlî çekên sivik jî  dev ji Kobanê bernedan û ji hemû cîhanê re îsbat kirin ku Jinên Kurd ji bo welatê xwe her têkoşîna xwe berdewam dikin. Em jî weke jinên ciwan heta ku damleyek xwîn di canê me de hebe em ê li hember dijminên xwe, şer bikin."
 
Her wiha jina ciwan a bi navê Mediya Elî jî got: "1`ê Mijdarê ji bo Gelê Kurd û Kurdistanê dengvedaneke xurt di asta navnetewî de çêkir. Ji bo vê jî her kes dest da Kobanê û piştgirî da me.  Mediyayê destnîşan kir ku di roja 1`ê Mijdarê de Kobanê û Gelê Kurd xwe ji tevahî  gelê cîhanê re îsbat kirin û bi taybet jî  kesên  ku bawerî bi  Kurdan nedianîn."
 
Her wiha dayika bi navê Narîn Silêman hatina 1`ê Mijdarê pîroz kir û wiha  got: "Tu kesî bawer nedikir ku dê Kobanê bi ser keve. Lê Gelê Kurd bi vîna xwe her tim mucizeyan çêdikin. Ji bo vê jî heta ku yek Kurd li ser erdê hebin em ê li hember dijmin şer bikin."