Çar Keç û Xortekî Êzidî Ji Destên DAÎŞ'ê Rizgar bûn
- 09:02 31 Cotmeh 2017
- Rojane
Solîn Şengal
ŞENGAL - Şervanên QSD'ê herdu xwişkên hev ên bi navê Xoxê Xelef Xerîb (20), Zadîna Xelef Xerîb(13) û Asiya Îliyas Qasim (14), Sahîra Xelîl Xelef (16), Faroq Murad Şemo (15) ji destên DAÎŞ'ê rizgar kirin û li Şengalê ji aliyê meclisa TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di meha tebaxê ya 2014' an de fermanek giran bi serê gelê Êzidî yê Şengalê de hat. Êzidî bi qirkirineke mezin re rû bi rû man. Bi hezaran jin, zarok, ciwan, dayik, pîr û kal bi destên çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî herî hovane hatin qetilkirin û dîl hatin girtin. Ev yek li ber çavên hemû cîhanê hat kirin. Ji bo jinên Êzidî heta a niha hewldanek cîddî ji aliyê hêzên navneteweyî pêk nehat.
Şervanên QSD'ê li nêzî bajarê Meyadînê çar keç û xortekî Êzidî yê kû di serdema fermana Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAîŞ'ê ve hatibûn dîl girtin, hat rizgarkirin. Yên ku hatin rizgarkirin li bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê, ji aliyê TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin.
Yên ku hatin rizgarkirin ev çar sal in ku agahî ji malbatên xwe nedigirtin û zilmek gelek xerab li ser wan dihat kirin. Piştî çar salan cara yekem li ser axa pîroz a Şengalê malbatên xwe hembez kirin.
Li ser navê Meclîsa TAJÊ Edûl Elî diyar kir ku Êzidiyê her têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got:"Bi saya qehramanên têkoşer ên QSD'ê pênc zarokên Êzîdîxanê hatin rizgarkirin. Em gelek sipasiya wan şervanên azadiyê dikin û ya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji ber ku bi me re dibin alîkar û erkê xwe yê mirovahiyê pêk tînin. Em gelek kêfxweş in ku îro pênc kes ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin."
'QSD hêviya gelan e'
Her wiha malbatên kesên ku dîl hatibûn girtin hestên xwe wiha anîn ziman:"Em gelek spas dikin ku QSD'ê zarokên me ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Hîn zarokên me yên wekî din jî di nav destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne, em hêvî dikin ku QSD dê wan jî xelas bike. QSD hêviya gelan e."
'Em hêviya xwe winda nakin'
Sêvê Îliyas jî hestên xwe wiha anî ziman:"Ji 3'ê Tebaxa 2014'an heta a niha min rojek xweşî nedît lê îro bi saya qehremanên QSD'ê ez kêfxweş im û em hêvî dikin ku zarokên me yên din jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bikin. Bi saya qehremanên QSD'ê em hêviya xwe winda nakin."








