ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 31 Cotmeh 2017
- Rojev
*Şervanên QSD'ê herdu xwişkên hev ên bi navê Xoxê Xelef Xerîb (20), Zadîna Xelef Xerîb(13) û Asiya Îliyas Qasim (14), Sahîra Xelîl Xelef (16), Faroq Murad Şemo (15) ji destên DAÎŞ'ê rizgar kirin û li Şengalê ji aliyê meclisa TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.
*Li navçeya Geverê dayika Medîne Bûlbûl bi klamên xwe berxwedanê zindî dihêle û dibêje ku tu klam û stran têra vegotina berxwedana gelê Geverê nake. BI DÎMEN
*Bi boneya 1`ê Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê jinên Kobanê ev roj li hemû cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku ev roj ji bo Gelê Kurd rojeke pîroz e! BI DÎMEN
*Şehrîbana Kurdî der barê asîmîlasyona li ser çand û zimanê Kurdî axivî û got: “Me di salên 90’î de ji bo hunerê berxwe da û em ê di OHAL’ê de jî berxwe bidin. Wê dîsa wisa be. Çima em bi zimanê xwe neaxivin.Çima em stranan nebêjin?Em 40 mîlyon Kurd in. Mafê me jî heye em bi zimanê xwe stranan bêjin.” BI DÎMEN
*Li Nisêbînê piştî pevçûnan bi hilweşîna hat destpêkirin re 6 tax hatin tunekirin û yek ji van jî taxa Zeynel Abîdîn bû. Niha xaniyên xerabe yên Zeynel Abîdîn bûne navenda kesên hişbirê bi kar tînin. Tevlî serlêdanan tedbîr nayê girtin şêniyên taxê bi fikar rewşê temaşe dikin.
*Jinên ku her di nav çalakiyan de ne ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e." BI DÎMEN
*Asiye Kolçakê bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku dewletê destûra bingehîn a xwe tune hesibandiye û diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê li her qadê têkoşîn bê dayîn. BI DÎMEN
*Garîbe Gezer a ji girtîgeha Mêrdînê surgunê Girtîgeha Jinan a Şakranê bû bi nameyekê binpêkirina mafan vegot. Garîbeyê diyar kir ku li girtîgeha Mêrdînê piştî tehdîdên gardiyan û dozger surgunî Şakranê bûne û li Şakranê jî binpêkirina mafan didome.
*Şaxa Plansazkarên Bajar a Amedê di sala 2016’an de ji bo ‘Plana îmarê ya bi armanca parastinê’ li Sûrê hatiye Îlan kirin rabe, doz vekir û di dozê de hat xwestin ku heyeta kesê dizane li Sûrê keşfê bike. Buşra Cîzrelîogullari der barê biryarê de got: “Ev ji bo rawestandina planê dikare bibe pêngavek.”








