'Divê bi lezgînî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê'
- 16:54 30 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED – Hevserokê HDP’ê yê Yenîşehîrê Vahap Gunay bal kişand ser tenduristî û ewlehiyê Abdullah Ocalan û got: “Em bangî herkesî dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.”
Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehîrê ji bo balê bikişîne ser xetereya tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya partiyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Yenîşehîrê Vahap Gunay axivî û bal kişand ser parvekirinên tora civakî yên der barê tenduristî û ewlehiyê Abdullah Ocalan de û got ku her roja ku diçe xetereyên li ser Gelê Kurd û Rojhilata Navîn zêde dibin.
Vahap bang li Wezareta Dadê û hikûmeta AKP’ê kir ku berpirsyariya xwe bînin cih û wiha got: “Birêz Ocalan 18 sal in bi tena serê xwe li Grava Îmraliyê tê girtin. 700 roj in ji rewşa Ocalan tu agahî nayê girtin. Divê neyê ji bîr kirin ku Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe kesayetek alîkarî daye ji bo pêkhatina aştî û çareseriyê. Pêwîst e baş bê zanîn ku kesayetek di asta aştî û demokratîkbûnê de gavên erênî avêtiye.”
Vahap da zanîn ku agahiyên der barê Abdullah Ocalan de tên parvekirin ji geşedanên Rojhilata Navîn ne serbixwetir e û got: “Divê bi lezgînî malbat, parêzer û heyetek serbixwe bişînin cem Birêz Ocalan. Li dijî van pêkanînan em bangî herkesî dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.”








