Şaredariyê bazara jinan ji mêran re vekir
- 15:53 30 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Bazara Jiyan a Jinan ku şaredariya Rezan ava kiribû, dixwazin mêran jî tevlî bazarê bikin. Jin meşiyan şaredariyê û xwestin vê yekê şermezar bikin. Rojnamegerên ku xwestin vê yekê bişopînin, rastî gefên xebatkarên şaredariyê hatin.
Şaredariya Rezan a Amedê ji bo bê edaletiya li dijî mafê jinê ji holê rake û mafê jinê biparêze li taxa Bagcilarê Bajara Jinan a Jiyanê ava kiribûn. Bazara jinan ku 200 jin lê dixebitîn, biryar hat dayîn ku hefteyê rojekê dewrî mêran bê kirin. Jinan ev biryar şermezar kirin û meşiyan şaredariya Rezan ku Rêxistina DBP'ê ew îxrac kiriye. Jinên heta şaredariyê meşiyan, dirûşmeya "Em li bazara xwe mêran naxwazin, ger mêr dernekeve em dê xwe bişewitînin" berz kirin û bertekên xwe anîn ziman. Jinan anîn ziman ku di sala 2014'an de bi keda jinê ev bazar hatiye avakirin û destûr nadin ku mêr lê bi cih bibe.
Rojnamegerên ku nûçe şopandin rastî gefên rayedarên şaredariyê hatin. Rayedarên şaredariyê gotinên nexweş û hereketên li dijî sincê kirin û gef xwarin. Rayedar bertek nîşanî rojnamegeran dan û destûr nedan ku wêne û dîmenan bikişînin. Dema rojnamegeran îtîraz kirin û xwestin dîmen bikişînin, rayedarên din gotin: "Ev pirsgirêka malbatî ye, em dê di nav xwe de çareser bikin. We eleqeder nake. Kesên xwe bişewitîne tune. Ger hebe ez dê hestê agir bidim wan."
Piştî nîqaşan li ser navê komê jinek çû şaredariyê. Hat diyar kirin ku dê li ser navê jinan heyetek bi Şaredara Rezan Birsen Kaya re hevdîtinê bike.








