RJAK’ê ji bo Kurdistana azad banga yekîtiya netewî kir

  • 14:36 30 Cotmeh 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – RJAK’ê bi daxuyaniyê ji bo ‘Iraqek demokratîk û Kurdistanek xweser û azad’ banga avakirina nexşerêya ku raya giştî ya Iraq û Kurdistanê gerek bişopîne, kir.
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê ji bo balê bikişîne ser rewşa jinên Kerkuk û Xurmatûyê li Suleymaniyeyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Civata Meşandinê ya RJAK’ê Şehên Mihemed, daxwiyanî li ser navê jinan da. Şehên diyar kir ku piştî êrîşê gelek jin mecbûr mane ku koç bikin û ‘Banga ji bo Iraqekek demokratîk û Kurdistanek xweser û azad banga kongreya neteweyî kir.’  
 
Şehênê diyar kir ku ji ber polîtîqayên KDP’ê û YNK’ê yên şexsî gelê Başûrê Kurdistanê demên zehmet derbas dikin û anî ziman ku gerek êdî gel îradeya xwe ya ji bo rêvebirina xwe derxîne holê. Şehênê bal kişand ser şerên Kurd, Ereb û Turkmenan ên ku ji aliyê hêzên lihevkirinê dixwaze derkeve holê  û modela Iraqa demokratîk-Kurdistana Başûr a Xwer Demokratîk destnîşan kir.