Sîbel Yîgîtalp: Gelê Sûrê bi rêbazên kevnare bi zorê tên koçkirin

  • 14:05 30 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED - Rêveberên navenda Amedê ya DBP û HDP'ê der barê hilweşandina taxa Alîpaşa û Lalebeyê ya ku hîn  didome de li ber camiya Alîpaşayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlemantera Amedê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp axivî û got, Gelê Sûrê bi rêbazên kevnare bi zorê tên koçkirin.
 
Rêveberên navenda Amedê ya DBP û HDP'ê der barê hilweşandina taxa Alîpaşa û Lalebeyê ya ku hîn didome de li ber camiya Alîpaşayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlemantera Amedê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Uca, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, endamên Platforma Piştgiriya Sûrê, rêveberên navenda Amedê DBP û HDP'ê amade bûn. Li ser navê heyetê Sîbel Yîgîtalp daxuyanî xwend û girîngiya Sûrê anî ziman.
 
Sîbelê diyar kir ku zirarê didin  xweza û dîroka Sûrê ku di nav xwe de 36 şaristanan dike mêvan û gelê Sûrê jî dikin mexdûr û wîha axivî: "Ji bo Sûrê, di bin navê veguherîna bajêr de xistine çi halî nîşan bidin em li vir in. Em dibînin ku Sûr ketiye çi halî. Zivistan tê û yên ku li vir dijîn av û ceyranê wan hat birîn. Pirî caran rêbazên kevnare tên bi kar anîn. Bi xetimandina kanalîzasyonê dixwazin gelê Sûrê bi darê zorê koçber bikin."
 
Heyetê piştî daxuyaniyê malbatên Sûrê zîyaret kir.