Tirkiye di mijara mafên jinan de ket nava welatên herî paş de mayî
- 13:43 30 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye di mijara mafên jinan de li gor rapora GÎWPS û PRIO’yê ket nav welatên herî paş de mayî. Li gor raporê li Tirkiyeyê jin ji sedî 40 bi tundiya mêran rû bi rû dimînin.
Georgetown Institute for Women, Peace and Security (GİWPS) ve The Peace Research Institute Oslo (PRIO) bi raporek 84 rûpelî bal kişand ser rewşa jinên ku li 153 welatan dijîn. Di raporê de hat diyarkirin ku li tevahî cîhanê li gelek qadan jin newekheviyek ber bi çavan dijîn û bi taybet jî jinên ku li herêmên şer dijîn di nava mexdûriyeteke pir mezin de ne.
‘Li Tirkiyeyê ji sedî 40 jin bi tundiya mêran rû bi rû dimînin’
Tirkiye di mijara mafên jinan de ji navbera 153 welatan di dora 105’an de cihê xwe girt. Di raporê de hat diyarkirin ku jinên li Tirkiyeyê dijîn ji sedî 40 bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Di raporê de ji bo Tirkiyeyê ev tişt hatin gotin:”Tirkiye di warê wekheviya zayendê de xwedî avahiyeke paradoksal e. Li Tirkiyeyê ji parêzer û endezyaran jê sisê yek jin in lê îro li Qabîneya Wezîran de tenê jinek heye.”
Li gor raporê di warê mafên jinan de 3 welatên ku bi awayekî ewle mirov dikare lê bijî Îzlanda, Norveç û Swîsre ye. Welatên herî ne baş jî yên ku şerê navxweyî lê tê jiyîn in. Ev welatana Yemen, Sûriye û Afganîstan in.








