Helîmeya ku ji aliyê leşkeran ve hat derb kirin hafizaya windayî ya derbasdar dijî

  • 12:58 30 Cotmeh 2017
  • Rojane
WAN  - Halîme Candemîr li kolana Meletopuz  a navçeya Ozalpê ji aliye leşkerên ku malek şewitand hatibû derb kirin. Halîme ya ku ji aliyê leşkeran ve hatibû derbkirin piştî ku travmaya derbas kir a niha hafizaya windayî ya derbasdar dijî.  
 
Li Kolana Meletopuz a girêdayî navçeya Ozalpê ya Wanê xaniyek ji aliyê leşkeran ve bi tevahî hatibû şewitandin. Di wê kêliyê de Halîme Candemîr bi leşkeran pevçînîbû û leşkeran ew del dabû, piştî deldayina leşkeran Halîmeyê (86)ketibû xwarê û qeyrana dil derbas kiribû. Helîmeyê berê rakiribûn Nexweşxaneya Navçeya Ozalpê dawiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Bajarê Wanê beşa lezgîn, piştî du rojan derbasî beşa normal hatibû kirin. A niha tedawiya Helîmeyê dewam dike.   
 
Helîmeya ku rewşa wê ya tendirustiyê bi ber başiyê ve diçe diyar kir ku piştî travmaya ku jiyaye roja bûyerê tam nayê hişê wê.
 
Tê hêvîkirin ku Helîme ya ku hafizaya windayî ya derbasdar dijî dê rojên pêşiya me de tabûrcû bibe.