Li qada Omeryanê sewqiyata leşkerî tên kirin, gund hatin dorpêçkirin

  • 12:20 30 Cotmeh 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Li qada Omeryanê bi piştgiriya helîkopteran sewqiyatê leşkerî tên kirin û hat zanîn ku gund bi tevahî hatin dorpêçkirin.
 
Li gundê Talatê û nêzî wê gundê ya qada Omeryanê ya Mêrdînê bi piştgiriya helîkopteran sewqiyata leşkerî hat kirin. Da zanîn ku di qadê de amadekariya operasyonê tê kirin, gundî bi awayekî diltirs disekinin. Di qadê de ji aliyê walîtiyê der barê operasyonê an jî îlankirina qedexeyê de tiştek nehat gotin.
 
Hat zanîn ku leşkeran bi avakirina qampê zirar daye bax û bostanên gundiyan.