Dosyaya sivîlên li Nisêbînê hatine qetilkirin hîna di asta ‘lêpirsînê’ de ye

  • 09:32 30 Cotmeh 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Dosyaya sîvîlên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de hatin qetilkirin, hîna di asta lêpirsînê de ye. Dosyayên lêpirsînê ku tê de raporên otopsiyê tenê hene, ji ber tam nehatine amadekirin, ne îdianame dikare bê amadekirin û ne jî doz dikare bê vekirin.  Li gel israra parêzeran bersiva dozger ‘ma ecele çûye’ ye.
 
Li Nisêbînê di qedexeya derketina derve de bi giştî 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Dosyaya welatiyên hatin qetilkirin, tevlî ku di ser de ewqas dem derbas bûye jî hîna tu pêşketin di dosyayan de tuneye. Li gorî îfadeyên malbatan, tenê raporê otopsiyê li raporan hatiye bicihkirin. 
 
Li Nisêbînê di dema berxwedana xwerêveberiya xweser de 9 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin û di van qedexeyan de  sivîlên ku malên xwe terk nekirin bûn hedefa bombe û guleyan. Di qedexeyan de bi sedan kes bi gule û parçeyên şarapnelê birîndar bûn û 23 hebî jî jiyana xwe ji det da. Walîtiyê ji bo sîvîlên hatine qetilkirin  got ‘di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane’. Selamet Yeşîlmen li ber mala xwe, Hasan Dag jî dema diçû mala xizmê xwe bû hedefa guleyan.
 
Îdianame nehat amadekirin, doz nehat vekirin
 
Malbatên sîvîlên hatin qetilkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan. Lêpirsîna du sal berê hatiye destpêkirin hîna îdianameya wan nehatiye amadekirin û doz nehatiye vekirin.