‘Birêz Ocalan nokteya esas a gelan e’
- 09:22 30 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Endama HDP MYK’ê Çîlem Kuçukkeleşê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Pîr Sultan hat darvekirin lê qet mafê wî yê hevdîtinê çênebû, çermê Halaci Mahsur hat birîn, tu şansa wî ya muzakereyê nehat kirin. Îro têkoşîneke berdewam dike heye û kesekî ku têkoşînê nîşan dide heye. Ew jî Birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û li Kurdistanê nokteya esas a gelan e.
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Derbarê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de tu daxuyanî nayê dayîn û ev jî Kurdan û dostên Kurdan dike fikaran. Bertekên li dijî vê yekê li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê didome.
‘Mafê girtina nûçeyan nikare bê astengkirin’
Endama SYKP’ê Gulseren Pusatoglu tecrîd nirxand û got hem li derve û hem jî li hundir qadên jiyanê tên hepskirin û wiha got: “Ne tenê girtîgeh, li derve jî jiyan hatine dorpêçkirin. Li dijî lîderê gelekî tecrîdeke ku nayê qebûlkirin tê jiyîn. Jê agahî negirtin sûcê mirovahiyê ye. Divê parêzer demildest hevdîtinê bikin.”
‘Bandorê li jiyana gelên Rojhilata Navîn dike’
Endama HDP MYK’ê Çîlem Kuçukkeleşê bi lêv kir ku nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan divê tenê wek nêzîkatiya li dijî gelê Kurd neyê dîtin û got: “Girtin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî hemû gelan e. Li dijî Elewî, Suryanî, Ermenî û hemû gelan e. Birêz Ocalan xwedî îdeolojî û perspektîfeke ku pêşeroja gelan ronî dike. Ji ber tecrîda li ser bandor li ser hemû gelan dibe. Siyaseta Tirkiyeyê xitimiye.”
‘Mifteya sereke Birêz Ocalan e’
Çîlemê daxuyakirin ku Abdullah Ocalan ji bo gelan mifteya serekeye û got: “Hevdîtinên bi wî re tên kirin ji bo hemû gelan girîng e. Heta ev mifte neyê çareserkirin ne di alî Elewiyan de ne di alî jinan de û ne jî di alî siyasetê de pirsgirêk tên çarserkirin. Divê polîtîkayên li hemberî Abdullah Ocalan bên guhertin. Tecrîd bê rakirin û muxatab bê girtin. Yekane rêya çareseriyê Birêz Ocalan e.”








