Bajarê berxwedanê bû bajarê jiyanê!
- 09:10 30 Cotmeh 2017
- Rojane
îlham Eloso
KOBANÊ - Bajarê berxwedanê Kobanê ji nû ve tê ava kirin. Her kes ji bo vê yekê bi lez û bez karê xwe didomînin.
Şaredariya Kantona Kobanê ya piştî Şoreşa Rojava di 1’ê Adara 2015`an de bi çar jinan hat ava kirin. Heta a niha ji bo avakirina Kobanê ked û hewildaneke bi wate tê meşandin. Jinên ku tevlî hemû karan bûn niha jî cihê xwe di şeredariyê de jî digirin. Di Şeredariya Kobanê de 23 jin dixebitin. Di hundirê Şeredariya Kobanê de gelek navendên Şaredarî li navçeyan jî hatine vekirin, xizmeteke baş didin gel. Şeredarî li Şêran, Til Xezal, Sirîn, Çelebî û Bêndir hatin ava kirin.
Li Kobanê hîn avakirina bajêr dewam dike û şaradarî her di nav liv û tevgerê de ye. Kolan tên çêkirin, avahiyên nû ava dibin. Her wiha akademî, dikan, qanalên avê, parq, derdora peykara jina azad, qehreman Egîd û ya Asayîşê jî yek ji van xebatan e.
Kobanê bi hêza jinê rabû ser piyan!
Rêvebertiya têkiliyên derve ya Şaredariyê Madlên diyar kir ku gelek projeyên wan ji bo zarokên ku di encama komkujiyan de dayik û bavê xwe winda kirine hene. Her wiha ji bo zarokên berxwedêrên azadiyê jî heman tişt derbasdar e."
Her wiha Madlên destnîşan kir ku wan dest bi avakirina bajêr kirine û wê di demên pêşde Kobanê ji gelek aliyan ve xweştir bibe.
‘Em weke jin di avakirina civakî de jî cihê xwe digirin’
Madlên Kalî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di destpêka avakirina şeredariyê de me dest bi çêkirina rêyan kir, her wiha gelek tişt tên ava kirin. Saziyên kurdan gelek alikariya me kirin. Heyva Sor a Kurd û saziyên kurdan weke sazkirina avahiyan û gelek avahî niha bi destên me têne saz kirin. Em weke jin çawa ku me di şer de cihê xwe girt di heman demê de jî, em di siyasetê û avakirina civakî de jî cihê xwe digirin."








