ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 30 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Piştî ku hikûmetê qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kirin şûnde, pêkûtiyên qeyyûman berdewam dikin. Hedefa yekem a Qeyyûmê ku tayînî şaredariya Elbaxê hatiye kirin binpêkirina xebat û serkeftinên jinan e. 

*Li Kurdîstanê her çandek bêgûman xwedî dîroke û afirandineke kevnare ye. Li gundê kergezê Dayika Felek destûr nade çanda Teşiyê wenda bibe û her goreyek û nexşeyeke xalîçê bi hunera Teşiyê çêdike. Dayika Felek anî ziman ku çanda Teşiyê afirandineke jinên kurd e û got ku jinên kurd bi Teşiyê jiyan hunandine. BI DÎMEN
 
*Bajarê berxwedanê Kobanê ji nû ve tê  ava kirin. Her kes ji bo vê yekê bi lez û bez karê xwe didomînin.
 
*Qeyûmên ku navendên jinan girtin, xebatkarên jin ji kar derxistin, navê navendên jinan guhertin, li gorî xwe dîzayn kir û  xebatên 37 navendên jinan ên 85 şaredariyên DBP’ê da sekinandin.
 
*Endama HDP MYK’ê Çîlem Kuçukkeleşê  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Pîr Sultan hat darvekirin lê qet mafê wî yê hevdîtinê çênebû, çermê  Halaci Mahsur hat birîn, tu şansa wî ya muzakereyê nehat kirin.  Îro têkoşîneke berdewam dike heye û kesekî ku têkoşînê nîşan dide heye. Ew jî Birêz  Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û li Kurdistanê nokteya esas a gelan e. BI DÎMEN
 
*Piştevaniya Mor bi şîara ‘ji mifredatê re înat, di miftitiyê de mehr nabe’ kampanya da destpêkirin. Perîhan Kocayê der barê kampanyayê de nirxandin kir û got: “Em bi pêvajoyeke ku berxwedan û serhildanên jinê her diçe mezin dibin re rû bi rû ne. Ev ne pêvajoyeke em bisekinin û temaşe bikine.” BI DÎMEN
 
*Dosyaya sîvîlên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de hatin qetilkirin, hîna di asta lêpirsînê de ye. Dosyayên lêpirsînê ku tê de raporên otopsiyê tenê hene, ji ber tam nehatine amadekirin, ne îdianame dikare bê amadekirin û ne jî doz dikare bê vekirin.  Li gel israra parêzeran bersiva dozger ‘ma ecele çûye’ ye.
 
*Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina derve, hilweşîn û talan xistin jiyanê, bi înşatên TOKÎ’yê berdewam dike. Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Onatê diyar kir ku dewlet dixwaze Şirnexê bi TOKÎ’yan teslîm bigire û wiha got: “Lê mirov dîsa berxwe didin. Li hember pevçûnan, bombeyan berxwedan niha jî li dijî TOKÎ’yan berxwe didin.”
 
*Li Afganîstanê zarokên keç ji ber ku mamosteyên jin tuneye, derfetên ewlehiyê tuneye an jî neçar dimînin bixebitin, naçin dibistanê.
 
*Hayata ku 45 salî ye bi tenûran debara xwe dike. Lê belê dewlet axê bi diravan didin wan. BI DÎMEN
 
*Akademiya Star a Kantona Kobanê ji bo hemşîreyên Heyva Sor a Kurd dewreya 'Şehîd Gulîstan Hesen' vekir. BI DÎMEN