TJA: Rêya Çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e
- 16:46 29 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - TJA'yê bi daxuyaniyeke ku da bal kişand ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: "Tê xwestin ku gelê kurd bê serok û bê statû bimîne. Lê wê gelê kurd destûrê nede vê. Tekane riya çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e."
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku agahî jê nayê girtin de li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de parlamenterên jin ên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp û Hevseroka HDP'ê ya bajarê Amedê Gulşen Ozer jî Amde bûn. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê ku Hevseroka Bajarê Amedê ya DBP'ê ye Ruken Akça ve hat xwendin .Rûken diyar kir ku ji ber ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin li Rojhilata Navîn, li Ewropayê û li çar parçeyên Kurdistanê gel li ser piyan e.
'Tê xwestin ku gelê kurd bê serok û bê sitatû bê hiştin'
Rûken di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku nûçeyên derbarê ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye li ser medya civakî tên parvekirin û daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hiştiye ku gûnanên wan zêde bibin û wiha berdewam kir: " Kurd gelek bi fikar in. Dixwazin ku derbarê îradeya xwe de agahiyekê bigirin. Em dixwazin ku demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Planên qirêj ên ku ji aliyê hêzên mêtinger ve berî bi 100 salî xistine dewrê îro bi tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan tên berdewamkirin. Tê xwestin ku gelê kurd bê statû û bê serok bê hiştin. Lê wê gelê kurd destûrê nede vê. Êdî serok û felsefeyek Gelê Kurd heye. Riya çareseriyê brêz Abdullah Ocalan e."
Daxuyanî bi çepik û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.








