Çalakiya Yukselê di roja 355'an de berdewam kir

  • 15:57 29 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya kedkarên Kolana Yukselê di roja 355'an de berdewam kir. Polîsan dîsa êrîşî çalakgeran kir û 3 çalakger binçav kirin. 
 
Çalakiya Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin û ji bo dîsa li karê xwe vegerin dest bi çalakiyê kirin greva wan a birçîbûnê di roja 235'an de berdewam dike. Çalakiya kedkarên ji bo piştgiriyê bidin Nuriye û Semîh jî di roja 355'an de berdewam dike. Kedkarên ku li Kolana Yukselê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan kom bûn, xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan dîsa destûr neda. Li ser vê yekê çalakger li kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Di çalakiyê de pankarta "Çalakiya Nuriye û Semih di roja 235'an de ye. Bila Nuriye û Semih li karê xwe vegerin. Polîsan dîsa mudaxaleyî komê kirin û çalakger Îlker Işik, Mehmet Dersulu û kesî din ê navê wî nehat zanîn binçavkirin.