Zehra li girtîgehê xêzkirina wêneyan berdewam dike
- 14:11 29 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED -Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye di salvegera girtina JINHA'yê ya ku bi biryara KHK'ê hat girtin de bi 8 wêneyên ku nû xêz kirin peyama berxwedan berdewam dike da.
Li bajarên Kurdistanê piştî ragihandina herêmên xweser bi qedexeya derketina kolanan ku hat îlankirin re û pêvajoya şer a ku hat destpêkrin gelek rojnameger hatin binçavkirin, girtin û bi zextan re rûbirû mam. Ji van rojnamegerên ku bi zextan û bi girtinê re rûbirû man yek jê jî nûçegîahan JINHA'yê Zehera Dogan a ku li Nisêbînê li gel şopandina nûçeyan bûyerên ku ji wan re şahidî dikir xêz dikirin û ji raya giştî re radigihandin bû.
Zehra Dogan dema ku pêvajoya dihat jiyîn li Nisêbînê hem bi nûçeyên dişopand û hem jî bi wêneyên ku xêz dikir ji gel re radigîhand li Ajansa JINHA'yê ya li Tirkiyeyê yekemîn a jinan ku bi biryara KHK'ê hat girtin dixebitî. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Dîlokê biryara ji dervede darizandina Zehrayê xira kir û cezayê 2 sal 11 meh û 22 roj ku li Zehrayê hatibû birîn erê kir. Zehera dema ku ji Amedê ji bo biçe li Mêrdînê malbata xwe bibîne bi hinceta cezayê wê hatiye erêkirin hat girtin û ew şandin Gitîgeha Tîpa E ya Amedê. Zehra 4 meh e li heman girtîgehê tê girtin.
Zehra li girtîgehê jî di salvegera girtina Ajansa JINHA'yê ku di 29'ê Cotmehê de bi biryara KHK'ê hat girtin de 8 wêneyên ku nû xêzkirine ji derve re şandin.
Li gorî nûçeya Arti Gerçekê Zehra ya ku ji aliyê rêveheriya girtîgehê ve alavên ji bo xêzkirina wêneyan jê re nehatine dayîn bi rengên ku ji mêwe û sewzeyan hilberandine wêne xêz kirine û bi vê helwesta xwe peyama ku berxwedan berdewam dike daye. Wêneyên ku Zehra bê malzeme xêz kirine hemû xwezayî ne. Zehera wêneyên xwe ji foyloyên pakêtên cigarê ku li ser kaxizên rojnameyê bi cih kirine û pênûsê xêz kirine û ji zerdeçal ku kahveyê jî boyax kirine.
Zehra ya ku berê got, "ji ber firçeya min tune ye ez pêçiyên xwe bi kar tînim" vê carê jî ji periyên çûkan ku ketine hewadariyê wekî firçe çêkiriye û pê wêneyên xwe xêz kirine.








