'Bila demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin'
- 13:28 29 Cotmeh 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajarê Mêrdînê daxwaz kirin ku divê ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin demildest gav bên avêtin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê ji bo balê bikişîn ser tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln û tecrîta li ser tê meşandin daxuyanî dan. Daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê ya bajêr hat dayîn de li gel rêxisitnên bajar û navçeyan ên HDP û DBP'ê parlamenterê HDP'ê Alî Atalan û gelek welatî jî tevli bûn.
'Geê Kurd bi fikar e'
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê bajar Alî Sîncar ve hat xwendin. Alî diyar kir ku nûçeyên derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de li ser medya civakî tên parvekirin wan dixin nav fikaran û got ku ji bo ev fikarên Gekê Kurd bên bidawîkirin divê ku demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.
Piştre parlamenterê HDP'ê Alî Atalan jî axaftinek kur kir û wiha got: "Ji bo ku welat ji kaosê rizgar bibe divê ku tecrîta li ser birêz Ocalan bê rakirin û bi parêzer û malbata xwe re bikaribe hevdîtinê bike."








