Li Amedê serdegirtinên malan

  • 13:26 29 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED - Li Rezanê vê sibehê di encma serdegirtina malan de perwerdekar Muazzez Fîlîz û xebatkarê DBP'ê Rifat Aslan hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Rezan ya Amedê li taxên Şêx Şamîl û Selahattîn Eyubî di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin. Di serdegritina malê ya ku li taxa Şêx Şamîl hat kirin de perwerdekar û wênesaz a Mala Piştevaniya bi Perwerdê re(EDEV)  ya ku perwerde dida xwndekarên xizan ku di bin banê Şaredariya Peyasa Amedê de xebatên xwe dimeşandin û piştî ku qeyûm hat tayînkirin ji kar hat avêtin Muazzez Fîlîz hat binçavkirin. Muazez a ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn hat aşkerakirin ku birine Muduryeta Emniyetê ya Bajêr. 
 
Li taxa Selahattîn Eyubî jî xebatkarê DBP'ê di encma serdegirtina mala ku lê mêvan bû de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Rifat ê ku ew birin Muduryeta Emniyetê ya Bajêr nehat zanîn.
 
Herwiha hat aşkerakirin ku dibe binçavkirin zêde bibin.