Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Tiltemirê hat şermezarkirin

  • 11:56 29 Cotmeh 2017
  • Rojane
TILTEMIR -Endam û rêveberên saziyên bajarê Tiltemirê komploya li ser rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
 
Endam û rêveberên saziyên bajarê Tiltemirê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn  û ji bo rewşa bi xeter ku niha agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan hat şermezarkirin.
 
Daxuyaniya hevpar ku hat dayîn de wiha hat gotin: "Azadiya Serok Apo mifteya çareserkirina kirîza sûriyê ye.  ji ber ku Rêbertî xwedî fikirên azad e. Li ser bingeha wekheviya gelan kedeke û hewildaneke bêhempa daye. Lê belê ev nêzî 2 salan e me tu agahî ji rêberê xwe negirtiye. Ev komplo bi armanca têkbirina îradeya gelan e û nerazîbûna çareserkirina kirîza sûriyeyê ye. ji ber ku Serokatî mifteya çareseriya vê kirîzê ye. Em ji hemû rêxistinên mafêN mirovan re dibêjin ku ew berpirsyarê vê rewşê ne. Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin. ji ber ku azadiya serokatî azadiya gelan e."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" "azadiya serokatî azadiya gelan e" bi dawî bû.