Jinên Şehbayê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li darxistin

  • 09:14 29 Cotmeh 2017
  • Rojane

EFRÎN - Jinên Kantona Şehbayê bêdengiya navnetewî ya li hemberî rewşa tendurustiya  Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi meşekê protesto kirin.

Di 15'ê Cotmehê de li ser îdiayên derbarê xereteya li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê ji bo zelalkirina rewşa Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
 
Têkildarî mijarê jinên Kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn.Rîhab Cebo bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir û got:”Ev îdîayên dawî yên ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine kirin, bûn sedem ku gelê kurd ,bi taybetî jî jin rabin ser piyan û zelalkirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Abdullah Ocalan bixwazin.
 
 ‘Abdullah Ocalan Rêberê me ye’
 
Rîhab Cebo diyar kir ku çalakî bi beşdarbûna hemû pêkhate û li hemû deverên Bakurê Sûriyeyê hat li darxistin û got:” Rêber Apo rêberê hemû gelên bindest e ji ber ku  ew bi felsefeya xwe azadiya hemû gelên bindest dixwaze."
 
Rîhab di nav axaftina xwe de nîşan kir ku jin hemû deyindarê Abdullah Ocalan in û  wiha got:”Tu kesan berî serokatî behsa azadiya jinê nedikir. Her wiha  serok Apo di felsefeya xwe de derxist holê ku jin  bingeha heqîqeta  civaka demokratîk e. Di gelek pîrtûkan de anî ziman û jin li gorî vê rastiyê bi rêxistin kir."
 
'Heta em encam negirin, em ê di çalakiyan de bin'
 
Rîhab Cebo di dewamiya gotinên xwe de bang li rêxistinên mafê mirovan kir û wiha got:”Em wek jinên herêma Şehbayê ji rêxistinên  mafên mirovan dixwazin ku zext li ser Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê bikin da ku komîteyeke derbasî zîndana îmraliyê bibe û rewşa Serok Abdulah Ocalan eşkere bike."
 
Rîhab di dawiya axaftina xwe de wiha  got:”Em wek jinên Kantona Şehbayê soz didin ku em ê her tim  di çalakiyan de tev bigerin, heta ku Serok Apo ji zîndana Îmraliyê rizgar bibe.”
 
‘Fikir û felsefeya Rêber Apo vîna jinên şehbayê jî xurt kir'
 
Her wiha Fîdan Osman Elî bi lêv kir ku bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan  vîna jinên Şehbayê xurt bû û wiha got: "Rêber Apo bi saya fikir û felsefeya xwe derfet ji hemû jinên cîhanê re ava kir  ku rastiya xwe nas bikin û li hember mafê xwe têbikoşin."
 
Fîdan di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû rêxistinên mafê mirovan kir ku rewşa Abdullah Ocalan demekê beriya demekê zelal bikin û derbarê rewşa ewlekarî û tendurustiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de gel agahdar bikin."
 
Ji aliyê  din ve  jî Xedîce Elbehû tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku jinên Şehbayê bi vîna xwe wê çalakiyan li dar bixin û Abdullah Ocalan ji tecrîdê rizgar bikin û wiha got: "Em weke jinên Kantona Şehbayê li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin."