Çemê Çag-Çag nexweşiyê belav dike, şaredarî bi muteahîtan re dixebite
- 09:10 29 Cotmeh 2017
- Rojane
MÊRDÎN- Çemê Çag-Çag yê Nisêbînê ji ber qirêjiyê bîhnek xerab jê tê û nayê paqij kirin. Şaredarî li hemberî qirêjiya çem bê deng e û welatiyan jî diyar kir ku şaredarî ji bilî dayîna pere ya ji bo muteahîtan tiştekî nake.
Çemê Çag-Çag yê li Nisêbînê ye û herî dawî di 2010’an de hatiye paqijkirin veguheriye sergo. Çemê ku li ber ziwabûnê ye, ava kanalîzasyonê diçe ser. Çem ji aliyê qeyûm ve terkî qedera wî hatiye kirin û nayê paqijkirin di rojên pêş de wisa xuyaye ku wê bandorek neyînî li ser tenduristiya gel bike.
Çemê çavkaniya xwe ji Mîdyatê digire û ji ketina Nisêbînê heta sînorê Sûriyeyê diçe, piştî pevçûnan veguherî sergoyê molozên hilweşînê. Piştre ava kanalîzasyona taxên nêzî sînor biç em re kirin yek. Bîhna ji çem tê li navçeyê belav dibe û tevî gilîkirina welatiyan ti xebat nayê kirin.
‘Qirêj zivistanê derdikeve ser rûyê çem’
Çemê ku hêlîna nexweşî û mîkroban e, di mehên havînê de dema germahî dibe 45 derece, zarok dikevin çem. Omer yê 12 salî diyar kir ku her havîn dikevin avê û wiha got: “Em dikevin aliyê paqij yê çem. Lê di pêvajoya dawî ji ber ava kanalîzasyonê em ketinê û em nexweş dikevin. Hemû qirêjiya çem zivistanê derdikeve jor.
Welatiyekî jî bertek nîşanê qeyûm da û da zanîn ku qeyûm ji bo pereyan bide muteahîtan, her tiş ji bîr kiriye.








