Li ser têkoşîna serbixwebûnê:Gelê Kurd îlham da Katalanan
- 09:22 29 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Dr. Annelîes Broekman li ser dîroka îlankirina serxwebûna li Katalonyayê axivî. Annelîes balkişand ser têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd û got: “Ji bo Gelê Katalonyayê Kurdistan û Gelê Kurd referans in. Ewropa jî hevnivîskarê polîtîkayên Erdogane.”
Katalonyayê di referanduma 1’ê cotmehê de ji sedî 90 got ‘erê’ û piştî vê li Meclîsa Katalan serxwebûn hat erêkirin. Di encama dengdanê de rêveberiya Ispanyayê, Rêveberiya Xweser a Katalan ji peywirê girt û helwest nîşan da. Rêveberiya Ispanyayê diyar kir ku parlamentoya Katalan fes kiriye û îradeya Katalanan tun hesiband û gel îlankirina serxwebûnê li kolanan pîroz kir.
Dr. Annelîes Broekman ku ji 2013’an heta niha xebatên xwe yên akademîk li Zanîngeha Xweser a Barselonayê dimeşîne û di heman demê de di mijara pêkanînên rêveberiya tevlîker ya di navbera Ispanya û Ewropayê de şêwirmendiyê dike. Annelîes li ser referandum û têkoşîna azadiya gelan û dîroka Katalonyayê ji ajansa me JIN NEWS’ê re axivî.
*Daxwaza gelê Katalan a serxwebûnê heta ku dirêj dibe, têkoşîna ewil çawa derket holê?
Berê têkoşîna serxwebûnê ya Katalan ji aliyê CUP (Candidatura de Unitat Popular) û saziyên civaka sivîl ve dihat meşandin. Ev lijne di 1990’an de derketiye holê û ewil kêmar bûn.
Di navbera 2007 û 2012’an de Ispanyayê di mijara fînansê de îmze avêt peymanên qeşl û krîza aborî kêmarên serbixwe xurt kir. Di 2011’an de ev bû wek nêrîneke neteweyî.
*Gel roja referandumê li dijî şîdeta polîsan li kolanan bû. Piştî îlankirina serbixwebûnê dîsa gel li qada bû. Vê çawa dest pê kir.
Di 11’ê îlona 2017’an de bi wesîleya Roja Katalonya ya Neteweî xwepêşendan pêk hatin. Di van xwepêşendanan de bi dirûşma ‘Dewleta nû ya Ewropayê Katalonya’ mîlyonek kes daket kolanan.
*Di dîrokê de nîqaşên serxwebûnê çawa bûn?
Di dagirkirina 300 salî ya Ispanyayê de gelê Katalonyayê xwe wek netewek bê dewlet dît û ji bo hikûmeta serbixwe bigire têkoşînek wan hebû. Berê ji herêmê re digotin ‘Welatên Katalon’. Di roja me ya îro de rizgarkirina ‘Welatên Katalon’ di alî parastina ziman, çand û nasnameyê de tê bikaranîn. Di 1640, 1931 û 1934’an de bi wesîleyên cuda Komara Katalonya hat îlankirin lê ti pêşketin nîşan neda.
*We got Ispanya di mijara fînanskirina cemawerî de qels maye.Hun dikarin di têkoşîna serbixwebûnê de behsa sedemên aborî bikin?
Hemû bacên civakan ji aliyê hikûmeta Madrîdê ve tên komkirin û pergaleke aborî ya hatiye parkirin heye. Piştgiriya Katalonyayê ya ji bo vê pergalê ji sedî 20 e. Lê Katalan diyar dikin ku ew parek hindik digirin. Bi sererastkirinên Troîka ya Parlamentoya Ewropayê pêk aniye de di lêçûnên cemawerî de di butçeyê de birînên cidî hatin kirin û vê bandorek neyînî li ser kalîteya dibistan, veguhestin û nexweşxaneyan hat kirin.
*Li Katalonyayê kevneşopiyeke anarşîst a xurt heye. Gelo ev bi têgeha ‘dewleta serbixwe’ nayê dijber hev?
Belê Katalonya xwedî kevneşopiyek anarşîst a xurte. Anarşîst li dijî saziyên faşîst yên Ispanyol û elît di organîzekirina Katalonyayiyan de rolek girîng dilîze. Hinek anarşîst serhildanê rast dibînin hinek jî dibêjin wê ne ji bo başiya aliyê burjuva yê Katalonyayê be.
*Roja referandumê polîsên Ispanyayê êrîş gel kir. Hun dikarin agahî bidin?
Di çapemeniya navneteweyî de şîdeta polîs hat nirxandin. Dewletê êrîşa li dijî zarok, kal û pîra tercîh kir. Hikûmeta Ispanyayê xwest hêza xwe nîşanê hilbijêr bide. 15.000 polîs hat û kesî ew negirtin otelan. Wê şevê protestoyan berdewam ki. Ji ber vê polîs di keştiyên rêwiyan de man.
*Gelo helwesta çapemeniya Ispanyayê çawa bû?
Wek şexs min bi gelek navendên ragîhandinê re hevkarî kir û piştgirî da berxwedanê. Me agahiyên bê sansurg raste rast ragîhand gel. Çapemeniya Navendî jî bûyerên 1’êcotmehê bêdeng hişt û berovajî nîşan da.
*Piştî îlankirina serxwebûnê wê têkoşîn çawa bi teşebe?
Ji bilî berdewamkirina têkoşînê rêbazek din tine. Serokomarê Katalan Puîgdemont ji bo aboriya olîgarşî hewl da serxwebûnê rawestîne. Lê komên berxwedan û greva hat îlankirin bandor li dînamîka siyasî da.
*Katalanan gelek caran têkoşîna azadiya Kurd silav kir. Hun ji bo têkoşîna Kurdan çi difikirin?
Têkoşîna Kurdan îlhamek mezin da fikrên polîtîk yên çapgiran, komunîst û anarşîstên Katalon. Ji bo gelê Katalon Kurdistan û gelê Kurd referanse. Katalan dixwazin tecrubeyên Kurdan ji kûrahî hîn bikin. Ji ber vê ez pêşniyar dikim ku têkilî bên xurtkirin. Şîdeta li ser Kurdan a li Tirkiyeyê û herêmên din bandorek mezin li ser me dike. Mixabin em heman şîdetê dijîn. Ewropa jî hevnivîskarê polîtîkayên Erdogane.








