Ji girtîgehê name heye: Binpêkirina mafan pir in, têkoşîn berdewam e
- 09:02 29 Cotmeh 2017
- Rojane
Esra Aydin
STENBOL - Canan Ceylan a li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, nameyek şand û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên rêveberiya girtîgehê. Cananê da xuyakirin ku mafên hevdîtinê yê girtiyan tê astengkirin, mafê wan ê tenduristiyê tê xespkirin û rastî lêgerîna tazî tên. Cananê wiha got: “Li gel van zextana em bi berxwedanê hemû geşedanan dişopînin, em bi hêvî ne û wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Bi OHAL’ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê her diçin zêde dibin. Ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Canan Ceylanê nameyek şand û balkişand ser binpêkirina mafan. Cananê diyar kir ku tevî zextan wan dest ji berxwedan û têkoşînê bernadin.
Malbat neçar dimînin vegerin
Cananê da xuyakirin ku piştî KHK’yan li girtîgehan têgeha ‘maf’ nemaye û wiha dirêjî da nameya xwe: “Ji bilî girtîgeha em lê dimînin li hemû girtîgehan saetên hevdîtinan diyarin. Lê di pêvajoya dawî de bi hinceta li girtîgehan hejmar zêde dema hevdîtinê daxistine 35 deqeyan û malbat ji bo hevdîtina kûrt neçar dimînin ji cihê dûr bên. Malbat 5 deqeyan jî dereng bimînin nagirin hundir û neçar dimînin vegerin.”
Cananê diyar kir ku li her girtîgehê di dema hevdîtinan de wêne tên kişandin lê li ya Bakirkoyê ya Jinan bi hinceta OHAL’ê ev jî hatiye qedexekirin û got: “Rengên hakî û lacîvert qedexene. Niha reş jî qedexe kirine. Her wiha sînyala yek tîp cil jî ferz dikin.”
Pirsgirêka herî mezin xespkirina mafê tenduristiyê ye
Cananê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li girtîgehan yek ji binpêkirina mafan ya herî mezin mafê tenduristiyê ye. Di sewqkirina nexweşxaneyan de pirsgirêk tên jiyîn. Sewq piştî mehan şûnde tên kirin. hevalên tên sewqkirin jî ji ber rîngê bi hinceta ‘rîng tijeye, hejmara leşkeran kêm e’ şûnde tên şandin. Dîsa muayeneya bi kelepçeyê tê ferzkirin. Lê li gel van zext û pêkanînan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”








