ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 29 Cotmeh 2017
- Rojev
*Canan Ceylan a li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, nameyek şand û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên rêveberiya girtîgehê. Cananê da xuyakirin ku mafên hevdîtinê yê girtiyan tê astengkirin, mafê wan ê tenduristiyê tê xespkirin û rastî lêgerîna tazî tên. Cananê wiha got: “Li gel van zextana em bi berxwedanê hemû geşedanan dişopînin, em bi hêvî ne û wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
*Nûçegîhana ANF'ê Hêvîdar Hebûn li ser pêngava rizgarkirina Reqayê nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS re vegot. BI DÎMEN
*Jinên Kantona Şehbayê bêdengiya navnetewî ya li hemberî rewşa tendurustiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi meşekê protesto kirin.
*Di 94 şaredariyên DBP’ê ku ji parçeyeke rêveberiyên herêmî hat derxistin û veguhertin qerekolan destkeftiyên jinan yek bi yek hatin tunekirin. Qeyûmên êrîşî destkeftiyên şaredariyên DBP’ê yên 15 salan kirin, hedefa wan ya ewil xebatên jinan bû û bi giştî 28 hevşaredarên jin hatin girtin.
*Dr. Annelîes Broekman li ser dîroka îlankirina serxwebûna li Katalonyayê axivî. Annelîes balkişand ser têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd û got: “Ji bo Gelê Katalonyayê Kurdistan û Gelê Kurd referans in. Ewropa jî hevnivîskarê polîtîkayên Erdogane.”
*Çemê Çag-Çag yê Nisêbînê ji ber qirêjiyê bîhnek xerab jê tê û nayê paqij kirin. Şaredarî li hemberî qirêjiya çem bê deng e û welatiyan jî diyar kir ku şaredarî ji bilî dayîna pere ya ji bo muteahîtan tiştekî nake. BI DÎMEN
*-Endama MYK'a DBP Meryem Yildizê balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên ji aliyê DBP’ê ve hatine destpêkirin û wiha got: “Em heta agahiyê ji Abdullah Ocalan negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Divê herî zêde jin tevlî van çalakiyan bibin.” BI DÎMEN
* Îdianameya der barê Şahcan Tuner û Sîbel Îldanê de hatiye amadekirin, têgeha ‘dayik’ ya di peyamên telefonê de jî lê hatin bicihkirin. Li gorî serdozgeriya Komarê ya Amedê ‘dayik’; Di rêxistinê de kesa di asta bilin de faliyetan dimeşîne ye.








