Dayikên Şemiyê: Soza me ji apê Alî Riza û Dayika Elîf re heye

  • 15:57 28 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 657’an de bi dirûşmeya "Kujer diyar in, winda li ku ne" li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Duzgun Tekîn di 21'ê Cotmeha 1995'an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Xizmên windayan gotin: "Dayika Elif Tekin hêj li benda kurê xwe ye. Em qêrîna wê ‘Çiya, kevir, çûk rê nîşan bidin ez bigêjim kurê xwe' ji bîr nakin."
 
Dayikên Şemiyê ji bo hesap ji kujeran bê pirsîn û winda bên dîtin bi dirûşmeya "Kujer diyar in, winda li ku ne" di hefteya 657’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Mirovên şemiyê di çalakiyê de panqarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin û wêneyên windayan û qurnefil danîn li ser panqartê. Dîsa çarika spî ku aştiyê temsîl dike danîn ser wêneyan. Di çalakiya rûniştinê de Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Pervin Buldan û Huda Kaya amade bûn. Mirovên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Duzgun Tekîn ê di 21'ê Cotmeha 1995’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku Huseyîn Toraman di 27'ê Cotmeha 1991'an de hat revandin û 26 sal derbas bûn û bavê wî Alî Riza Toraman 3 roj berê jiyana xwe ji dest da. 
 
‘Em dê kujerên zarokên we derxin pêşberî darazê'
 
Hevsera Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Hanim Tosun, diyar kir ku wan vê hefteyê jî xizmekî windayan winda kir û wiha got: "Em bi êşek din ketin vê hefteyê. Gelek dayik û bavan jiyana xwe ji dest dan. Lê em dibêjin hûn rehet razên, Têkoşîna we dê berdewam bike. Em dê kujerên zarokên we derxin pêşberî darazê. Duzgun Tekin di bin çavan de hat windakirin. 18 meh şûnde piştî Tekîn hat windakirin îtîrafkar Kasım Açik got 'Me Duzgun Tekin kuşt û me li qada leşkerî ya nêzî Edirneyê cenazeyê wî avêtiye çopgeha Çadirkentê.'" 
 
‘Kepçeyek ax biavêjin ser min jî'
 
Hanim da zanîn ku Dayika Duzgun Elif Tekin ji bo kurê wê bê ditin hatine vir û wiha got: "Li wir li ber çavdêriya dozgeran kolandin hat kirin. Êvarî dozger got 'Ka binêrin tiştek ji vir derneket' Vir qada qedexe ye. Li ser vê yekê Elif xwe avêt çalê. Got kepçeyek ax biavêjin ser min jî. Heke kesên xizmên wan winda bûne dikarin êşa dayika Elîf fam bike. Yên welat bi rê ve dibin zagon, heq û hiqûqê nas nakin. Lê dê her dem destên me di qirika we de be." 
 
‘Em ê jî de heta dawî li têkoşîna wan xwedî derkevin'
 
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî anî ziman ku xizmên windayan ji bo bigihêjin edaletê û windayan bibînin heta dawiya nefesa xwe têdikoşin. Huda, anî ziman ku lêgerîna Dayikên Şemiyê ya heq û hiqûqê heta mirinê didome û wiha got: "Em jî dê heta dawî li têkoşîna wan xwedî derkevin û biparêzin. Yek ji van kesan bavê Huseyin Toraman e. Em doz didin ku li têkoşîna wan xwedî derkevin."
 
Vê hefteyê daxuyanî ji Mirovên Şemiyê Leyla Kaya xwend. Leyla, anî ziman ku 657 hefte ne bê navber li aqûbeta windayan digerin û wiha got: "Hê hikûmet û dewletê berpirsiyariya xwe ya li dijî windayan bi cih neaniye û darizandina kujeran pêk neaniye. Duzgun Tekin ê 21 salî beriya bê revandin got 'Ez têm şopandin' Tekin di nava têkoşîna sendîkayî de cih digirt. Delegeyê DİSK'ê yê Tekstil-İşê bû. Tekîn dema hat revandin ji malbatê re got ez bi plakeya 34 F 6676'an têm şopandin. Duzgun Tekin di 21'ê Cotmeha 1995'an de hat revandin. Piştî hat binçavkirin û şûnde êdî agahî jê nehatiye girtin.
 
Leyla, destnîşan kir ku piştî Duzgun Tekîn hat revandin 18 meh şûnde îtîrafkarê JİTEM’ê Kasim Açik agahî dane û diyar kiriye ku yekîneya JÎTEM'ê di lepirsînê de ew kuştiye û cenazeyê wî avêtine Sergoyê Qada Leşkerî ya Çadirkentê ya nêzî Edîrneyê. Leyla, anî ziman ku Kasım Açik der barê cih de krokî jî xêz kir û li ser israra malbatê kolandin û lêgerîn hatiye kirin, lê berfireh nehatiye kirin. 
 
Leyla, anî ziman ku bavê Tekîn Veli Tekin bêyî bigêje hestiyê kurê xwe jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Dayika Elif Tekin hê li benda kurê xwe ye. Em qêrîna wê ‘Çiya, kevir, çûk rê nîşan bidin ez bigêjim kurê xwe' ji bîr nakin."