Piştevaniya Hopayê: Li vî wêneyî baş binêrin, hûn ê sibê şerm bikin!

  • 15:32 28 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Piştevaniya Hopayê, girtina Hevserokê HDP’ê yê Hopa’yê Cemîl Aksu û hevjîna wî Nurcan Vayîç Aksu yên ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin girtin, şermezar kirin û xwestin bên berdan.
 
Piştevaniya  Hopayê, ji bo şermezarkirina girtina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hopa nivîskar Cemîl Aksu û hevjîna wî Nurcan Vayîç Aksu û endamê Partiya Sosyayîst a Bindestan (ESP) Efraîm Vayîç civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li Şaxa Yekîtiya Odeya Endezyar û  Mîmarên Tirk (TMMOB) a Stenbolê hat lidarxistin. Pankarta “Ji girtiyên Hopayê re azadî” û wêneyên girtiyan hat daliqandin. Li ser navê Piştevaniya Hopayê Hîkmet Akçîçek daxuyanî da û wiha axivî: “Hevalên me yên hatin girtin xebatên ekolojî, çanda herêmî, siyasî û mijarên dîrokî bi rê ve dibirin. Hemû xebatên dikirin meşrû û qanûnî bûn. Di parvekirinên  xwe yên medyaya civakî de ji derveyî raman û fikrê azad tiştek din parve nekirine. Di vê çarçoveyê de hevalên me hatin girtin. Gelo ev dikeve kîjan hiqûq, edalet û wijdanê?”   
 
'Hûn ê hesab bidin vî wêneyî'
 
Hîkmet, diyar kir ku girtina Cemîl û Nurcan ên pey hev, herî zêde zarokên wan ên diçin pola 2’yemîn a dibistana seretayî bi bandor kirin. Hîkmet, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ên ku serdestiyê ji welatê me re dikin, bila ji vê rewşê şerm bikin. Dê serdest hesabên vê yekê bidin. Bi van girtin û  binçavkirinên siyasî, dixwazin deng û vîna gelê Hopayê li dijî êrîş, binpêkirin, bêedaletî û bêhiqûqî bilind dibe, bişkîn in. Em van girtinan şermezar dikin û dibêjin demildest hevalên me berdin.” 
 
Piştî Akçîçek, endamê MYK’a ESP’ê Sedat Şenoglu jî axivî û wiha got: “Dê hevalên me yên girtî bi kenên xwe bersiva herî mezin bidin desthilatdar û serdestan. Êdî dawî li zordariya serdestan hatiye.”