Di serdegirtina malan a Stenbol û Mêrsînê de 20 kes hatin binçavkirin
- 14:40 28 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL/MÊRSÎN – Li dozdeh navçeyên Stenbolê di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçav kirin. Li Tersûsê jî 6 kes hatin binçav kirin. Di nav van 6 kesan de Hevseroka Navçê ya HDP’ê Mehdiye Çîçekdag jî hebû.
Li 12 navçeyên Stenbolê di serdegirtina malan a hemdemî de 14 kes hatin binçav kirin. 14 kesên ku li Esenyûrt, Esenler, Eyup, Gungoren, Fatîh, Kadikoy, Buyukçekmece, Sancaktepe, Sultangazî, Sultanbeylî, Umraniye û li Tuzlayê hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya li Kolana Vatanê.
Yên ku ketin binçavan hinek jê navên wan ev in: Ugur Moco, Semîh Aladag, Îhsan Sutçu, Mazlum Korkmaz, Edîp Cemîloglu.
Li Tersûsê serdegirtina malan
Li Kolanên Gîrne û Şahîn ên girêdayî navçeya Tersûsê ya Mêrsînê ji aliyê polîsan serdegirtina malan a hemdemî pêk hat. 6 kes hatin binçavkirin, di nav van 6 kesan de Hevseroka Navçeya Tersûsê ya Partiya Demokratîk a Gelan Mehdiye Çîçekdag jî hebû. Hat diyar kirin ku ên ku hatin bin çav kirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeyê . Yên ku hatin binçavkirin hinek jê navên wan ev in:”Mehdiye Çîçekdag, Huseyîn Çîçek, Hamdiye Kirici û keçika wê û Edîp Nergiz.








