Li Kadikoyê jinek hat qetilkirin

  • 14:23 28 Cotmeh 2017
  • Rojane

STENBOL – Jina bi navê Selva Saglamyilmaz li Kadikoyê dema ku wesayet diajot rastî êrîşa çekî hat û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ajokerek jin dema ku wesayet diajot rastî êrîşa çekî hat û jiyana xwe ji dest da. Welatiyên ku dîtin Selva Saglamyilmaz (62) hat qetilkirin agahî dan komên tenduristiyê. Komên tendirustiyê li cihê bûyerê mudaxaleyî Selvayê kirin lê Selvayê nehat xelas kirin.

Şahidên ku bûyer dîtin wiha gotin:”Me du dengê çekê bihîst. Jina ku rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest dabû, mêrek jî di wê kêliyê de direviya.”