Buroya Jin a Tekstîla Devê li dijî komkujiya li jinan tê kirin banga yekîtiyê kir

  • 13:43 28 Cotmeh 2017
  • Rojane

MÊRSÎN – Ummu Îpek jina ku karkera tekstîlê ya Herêma Serbest bû ji aliyê mêrekî ve hat qetil kirin. Buroya Jin a Dev Tekstîl bertek nîşanî vê yekê da û li dijî komkumkujiya ku li jinan tên kirin banga yekîtiyê kir.

Jina bi navê Ummu Îpek ya ku karkera tekstîlê bû sibeha 13’ê Îlonê dema ku diçû kar ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin. Li gor nûçeya Evrenselê Ummuyê ji aliye mêrê ku dev jê berdabû bi awayekî giran hat birîndar kirin û li nexweşxaneya ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da.

 ‘Cinayetên li ser jinan pir zêde tê jiyîn’

Ji aliyê Buroya Jin a Dev Tekstîl daxwiyanî derbarê qetilkirina Ummu de hat dayin. Di daxwiyaniyê de banga yekîtiyê hat dayin û wiha hat gotin:”Jin ji ber vê pergala desthilatdariya mêr gelek pirsgirêkan dijîn. Tehamul li dijî maf û azadiya jinê tuneye. Ewlehiya jinê ne li malê, ne li kolanan, ne jî li cihê kar tuneye. Şîddet, taciz, tecawiz a li dijî jinê her ku diçe zêde dibe.”

‘Ne cînayetên jinan ne jî cinayetên kar dê bi dawî bibin’

Herî dawiyê di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:”Heta ku em ji vê pergala desthilatdar xelas nebin ne cinayetên jinan ne jî cinayetên kar bi dawî dibe. Bi hêza rêxistina çîna karkeran  ev pirsgirêkana dikarin çareser bibin. Loma em di serî de bang li jinên karker ên tekstîlê û li hemû karkeran, kedkaran dikin ku bibin yek û têbikoşin.”