Helîme ya ku qeyrana dil derbas kir rewşa wê baş e

  • 12:59 28 Cotmeh 2017
  • Rojane
WAN -  Li kolana Mollatopuz (Meletopuz) ya girêdayî navçeya Ozalpê ya Wanê bi hinceta ‘îxbar heye’ li ser malekê bi dehan leşker û wesayetên zirxî  hatibû girtin. Hat diyar kirin ku Helîmeya di dema serdegirtinê de qeyrana dil derbas kir a niha rewşa wê baş e.
 
Li kolan Mollatopuz (Meletopuz) ya girêdayî navçeya Ozalpê ya Wanê bi hinceta ‘îxbar heye’ li ser malekê bi dehan leşker û wesayetên zirxî  hatibû girtin. Leşkeran xwediyê malê ji mal derxistibûn û berê gaza bombeyê dawiyê jî bombeya destan avêtibûn malê û mal şewitandibûn. Helîmeyê (86) ku xwest pîma bombeyê wekî delîl bi kar bîne ji aliyên leşkeran hat derb kirin û di encama derbkirinê de qeyrana dil derbas kiribû. Helîmeyê piştî ku qeyrana dil derbas kir berê rakirin nexweşxaneya navçeya Ozalpê dawiyê jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Bajarê Wanê hat kirin.
 
Helîmeyê 3 roj in ku di Nexweşxaneya Lêkolênê ya û ya Perwedê ya Bajarê Wanê di beşa lezgîn de  bû û niha çavên xwe vekir. Hat diyar kirin ku rewşa Helîmeyê baş e. Lawê Helîmeyê diyar kir ku roja Duşemê dê dayika wî derbasî beşa normal bikin.