Kela Berxwedanê Kobanê çalakiya konvedanê bi dawî kir

  • 10:57 28 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ - Şêniyên Kantona Kobanê çalakiyên xwe yên ji bo zelalkirina Rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, wekî ewlehî,azadî û tendurustiyê,  piştî  11 rojan bi dawî kirin. 
 
Piştî ku çapemeniyên Dewleta Tirk agahiyên  derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan a tendurstî û ewlehiyê belav kirin. Bi vê yekê li ser asta Kurdistanê û Ewropayê gel daketin qadan û çalakiyên cur, be cur li darxistin.
 
Li Herêma Firatê li Kela Berxwedanê Kobanê  di 17'ê Cotmeha 2017`an de li Qada Qehreman Egîd konê çalakiyan hatibû vegirtin. Hemû  sazî, partî, hêzên leşkerî , Kurd, Ereb û Ermenî cihê xwe di nava konê çalakiyan de girtin. 
 
Piştî ku konê Çalakiyê 11 rojan dewam kir, îro gihîşt roja xwe ya dawî. Weke ku hat diyarkirin wê piştî kon çalakiyên cuda, cuda heta ku rewşa  Abdullah Ocalan  zelal bibe dê bên  li darxistin.
 
Bi vê yekê di roja dawî de hêzên erkaxweparastin û hêzên parastina civakê (HPC) serdanî konê çalakiyê  kirin. 
 
Hevseroka desteya Parastinê Dilbirîn Kobanê axivî û destnîşan kir ku ew weke hêzên leşkerî YPJ/YPG/ û erkaxweparastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  weke Serokekî xwe qebûl dikin û wiha got: "Rêber Apo fikir û felsefeya azadiyê ye.Her çiqasî ku Dewleta Tirk  bêje  Serok dîlgirtiyî, lê bi fikir û felsefe ew di nava me de ye. Îro her kes fikir û felsefeya rêbertî ji xwe re bingeh digire. Ji ber ku fikir û ramanên wî jiyaneke wekhev, azad, nasnameya gelan û jiyaneke netewî ava dike. Ji ber vê yekê jî her kes ji vê jiyanê hez dike û hembêz dike."
 
Heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê çalakî bidome
 
Di heman demê de bi navê Komîteya amedekar a Konê Çalakiyê endama meclîsa giştî ya PYD`ê Dîlber Yusif jî axivî û wiha anî got: "Ev yazdeh roj in ku me konê çalakiyan ji bo Rêbertî daniye. Armanca van çalakiyan heta ku agahî ji rewşa Rêbertî neyê girtin berdewamkirina çalakiyan e. Bi vê yekê ev 11 roj in bi tevlîbûna hemû sazî û rêxstinên me, meclîsên xetan û gelên welatrparêz bi rihekî berxwedanî amede bûn û xwedî  li çalakiyan derketin. Îro me li vir çalakiya xwe ya beşa konvedanê bi dawî kir. Lê hîn jî çalakiyên me nesekinîne. Em ê bi rêbazên din çalakiyên xwe xurtir bikin û xwedî li Rêbertî derkevin."
 
Di dawiyê de gel bi siloganên "Bijî serok Apo" ,"Bê serok jiyan nabe" çalakî bi dawî kirin.