'Dê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam bike'
- 10:22 28 Cotmeh 2017
- Rojane
Berçem Cudî
KOBANÊ - Hevseroka encûmena rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen di derbarê bi dawîkirina Konê çalakiyan ên ji bo zelalkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan axivî û diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan dê her tim têbikoşin.
Bêrîvan Hesen Hevseroka encûmena rêveber a Kantona Kobanê derbarê çalakiya konan de diyar kir ku gelê Kobanê bi beşdarbûna çalakiya konan nîşan dan ku ew tu carî ji hewldana ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin û got:"Em ji bo ku agahî ji Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan were girtin û xeteriya di navbera gelan de mezin nebe me 16 rojan bê navber çalakiya xwe ya konan berdewam kir. Konê çalakiya me xwediyê bernameyeke xurt bû. Saziyên me bi rengekî girseyî tevlî nava çalakiyê bûn û xizmeta gel kirin. Her wiha xetên Gundan bi rengekî aktîf û berxwedêr ew jî tevî çalakiyê bûn."
Gel bersiva xwe di warê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocanlan de dan
Berîvanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" ziman ku îro gelê Kobanê bi coşeke mezin careke din ji bo Rêber Apo xwe îsbat dike û gel bersiva xwe di warê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocanlan de dan. Ji ber ku hemû serkeftinên kurdan bi saya fikrên rêbertiya me tên çêkirin."
Jin felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diparêze
Bêrîvanê di axaftina xwe de bal kişand ser parastina felsefeya Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir:" Abdullah Ocalan çawa li azadiya jinê xwedî derket jin jî îro li ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin û felsefeya wî diparêzin. Ji bo rewşa tendurustî ya Rêber Apo, ev kon bû warê xwedîderketandina fikir û ramanên Abdullah Ocalan. Bi taybetî em jinên Kobanê me cihê xwe di nava çalakiyê de girt. Ji bo danasîna felsefeya Rêber Apo me gelek hewil da ku em fikrên Rêber Apo bidin nasîn. Ji netewên din jî gelek kesan din nav konê çalakiyê de cihên xwe girtin. Çawa serok xwedî li jinê derket, jin jî xwedî li serok Apo derdikeve. Di hemû beşên hatin xwestin de em weke jin me cihê xwe di nav kon de girt."
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyê bidome
Bêrîvanê wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Heta rewşa serokatî ya tendurustiyê neye eşkerekirin, dê Gelê Kurd her tim di nav çalakiyan de bin. Dibe ku em niha kon radikin, lê wê her çalakiyên me berdewam bin. Ji ber ku Rêber Apo her tim mirovahiyê diparêze. Weke mînaka wê jî îro Gelên Bakûrê Sûriyeyê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dijîn. Îro Federalî bi felsefeya Rêber Apo bingeh digire. Em weke Gelê Bakûrê Suriyeyê û tevahî Gelên Kurdistanê bi salan e tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin em şermezar dikin. Em ê ji bo rêberê xwe heta dawiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha ji bo azadiya tevahî netewan heta dawiyê em ê tê bikoşin. Heta ku em bigîhîjin civakeke wekhev û Sûriyeke Demokratîk. Ji bo ku em bi felsefeya azadiyê tevahî Netewan hembêz bikin em hewl didin. Bi vê yekê girêdayî em ê ji bo bidestxistina azadiya jinê jî têkoşîna xwe berdewam bikin."








