Besîme Konca:Çapemeniya têkoşîna jinê dide xuyakirin ku di bin zextan de ye
- 09:16 28 Cotmeh 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Koncayê diyar kir ku di çapemeniyê de zayendperestî îro li Tirkiyeyê wek rastiyek rojane hebûna xwe diparêze û wiha pê de çû: “Ev rewş hewldana AKP’ê ya li gorî xwe jinê biafirîneye. Li dijî vê yekê jin li çalakiyan, kolanan û berxwedanê de ne. Çapemeniya têkoşîna jinan dide xuyakirin jî di bin zextên cidî de ne.”
Meclîsa Jinan a HDP’ê di hefteyên borî de di çarçoveya kampanyaya ‘Ev wisa derbas nabe, jin destûr nadin’ li Hîll Otel a Taksîmê komxebata ‘Di çapemeniyê de zayendperestî’ pêk anîn. Di komxebatê de mijarên wekî ‘di çapemeniyê de zayendperestî, mîlîtarîzm û neteweperestî’ hat nîqaşkirin. Her wiha rola çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û li cîhanê hat nîqaşkirin. Piştî komxebatê li dijî rojnamegerên ajansa jinê zext zêde bûn û li Tirkiyeyê, rojnamegerê Jin News, Mezopotamya Ajans û Etkîn Haberê hatin binçavkirin.
Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Etnîkê Îsmînaz Temel û Havva Coşkun hatibûn binçavkirin û girtin. Zextên li hemberî rojnamegerên jin didomin.
‘Em girîngiyê didin çapemeniyê’
Besîmeyê bal kişand ser globalkirina çapemeniyê, bikaranîna wê ya ji aliyê hikûmetê ve û got: “Bi salan bû jinan hewl dida ku nêzîkatiya çapemeniyê ya zayendperest biguhere. Di nokteya demokratîkbûna siyasetê de, em wek HDP girîngiyê didin çapemeniyê.”
Besîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îro bi OHAL û KHK’yan pêvajoyeke tasfiyekirinê tê jiyîn. Herî zêde yên serbixwe, demokratîk, yên li heqîqetê digeriyan rastî êrîşên cidî hatin. Dîsa bi sedan rojnameger di girtîgehê de ne. Hikûmetê li dijî çapemeniya serbixwe êrîşên piralî pêk anî.”
Besîmeyê daxuyakirin ku mijareke din jî feraseta çapemeniya kevneşopî ye û wiha pê de çû: “Feraseta çapemeniya hewzê feraseteke zayendperest, netewperest, mîlîtarîst û polîtîze bûye ye. Ji bo em vê ferasetê ji holê rabikin têkoşîn bêguman girîng e.Hewaya ku çapemenî ji ser jinan diafirîne mirovan dike nav fikaran. Ji van a herî girîng jî teşeyê destgirtina jinê ye. Di çapemeniyê de şîdet, kuştina jinan, êrîşên zayendî tê rewa kirin. Derbarkirina qanûna tecawizê jî dîsa hewl tê dayîn ku bê rewakirin. Ev hemû hewldanên AKP’ê ya avakirina ji nûve a jinê ye. Li dijî tabloyek wisa komxebat gelek girîng bû. Di çapemeniyê de zayendperestî, netewperestî û mîlîtarîzm îro li Tirkiyeyê wek rastiyek rojane hebûna xwe diparêze.”
‘Çapemeniya azad ya bi nêrîna jinê’
Besîmeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hewlda pêşxistina çapemeniyek azad ya bi nêrîna jinê heye û ji bo em feraseta çapemeniya hewzê de biguherin, me ev komxebat pêk anî û ji bo me gelek girîng bû.








