Jin: Serok ji bo jina xwedî rol û mîsyoneke girîng e

  • 09:13 28 Cotmeh 2017
  • Rojane

AMED - Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Jinên siyasetmedar ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin, gotin ku ji bo ev tecrîd bê rakirin divê di serî de jin û piştre jî hemû gelê kurd rabe ser piyan û ji bo tecrîd bê şikandin çalakiyan li dar bixin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Bi salane li gel tecrîda ku tê berdewamkirin di demên  dawiyê de ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Jinên siyasetmedar tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin ku demildest divê ev tecrîd bê rakirin û ji bo ev tecrîd rabibe divê di serî de jin û piştre jî hemû helê kurd rabibe ser piyan çalakiyan darbixin.
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Rêzanê Nevriye Tur tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û got ku piştî hewldana darbeyê greva birçîbûnê hatibû destpêkirn û piştî grevê tenê biriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala  Memet Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin kiriye û wiha berdewam kir: “Piştî hewldana darbeyê hevalên me greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn dest pêkirin û di encama greva birçûnê de birayê  Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pê re hevdîtin kiribû û ji wê rojê vir de carekedin li ser Serokatiya me tecrîd hat destpêkirin. Ji ber tecîrta ku tê meşandin em ji rewşa tendirustiya rêberê xwe bi gûman in. Ji ber ku dewletê di van rojên dawiyê de li ser medyaya civakî parvekirinên ku ‘Serokatî jiyana xwe dest daye’ parvekirine em bi fikar in û êdî ji ber van pêkanînan sebera me nemaye. Em dizanin ku dewlet dem bidem lîstikên wer dilîze û dibe ku ev jî lîstikeke dewletê be. Dema Serokatî di girtîgehê de be em vê rewşê divê di ber çavan re derbas bikin.”
 
‘Divê em jî xwedî ji Serokatî derkevin’
 
Nevriye di berdewama axaftina xwe de got ku Abdullah Ocalan  bi felsefeya xwe û tiştên ku ji bo jinan kiriye mirovekî gelekî mezin e û wiha bi lêv kir: “Ev saleke ji Serokatî tu agahî nayê girtin û ev jî tiştekî nebaşe lewra jî divê gelê kurd bêdeng namîne. Divê demildest bi Serokatî re hevdîtin bê kirin. Ji ber ku Serokatî ji bo me jinan gelekî cûda ye. Dema em li Serokatî dinêrin xwe tê de dibînin. Ji ber ku em bi saya Serokatî hetine van rojan. ”
 
'Hikûmet sebra gelê kurd dipîve'
 
Hevşaredara Şaredara Çinarê Beyaz Kaplan jî anî ziman ku ev parvekirinên ku li ser medyaya civakî hatine kirin em  nizanin ku çiqasî raste. Lewra jî parêzerên Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan lê belê dîsa hate asteng kirin û got ku ew ji rewşa Rêber Apo gelek bi fikar in û ev titş got: “Hikumet dixwaze bi vî awayî sebera  gelê kurd bipîve. Ji xwe pêvajo gelek girane û bi vî awayî dixwazin nakokiyan di ser ê gelê kurd de çêbikin. Lê divê malbat û parêzerên Serok demeke nêz de biçin pê re hevdîtinê bikin. Divê ev tecrîd di demeke nêz de bê şikandin. Ji ber ku em ji rewşa Serok gelek bi fikar in."
 
‘Di vê jin rola xwe bi her awayî bilîzin’
 
Beyaz di dawiya axaftina xwe de derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de bang li gelê kurd kir û wiha got: "Ji bo ku bi Serokatî re hevdîtin pêk bê divê jin rola xwe bi her awayî bilîzin. Ji ber ku Serok ji bo me jinan xwedî misyon û roleke girîng e. Divê herî zêde jin xwedî li Serok derkevin”