'Bajarê Reqayê bi Vîna Jinên Azad rizgar bû'

  • 09:13 28 Cotmeh 2017
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Yekîtiya Jinên Êzidî û jinên pêkhateyê ereb kêfxweşiya xwe ji bo rizgarkirina Bajarê Reqayê anîn ziman û bi hev re gotin: "Bajarê Reqayê bi vîna jinên azad rizgar bû." 
 
Bi saya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di qadên leşkerî û siyasî de gelek serkeftin hatin bidestxistin, serkeftina rizgarkirina Reqayê jî ji hemû dûnyayê re îsbat kir ku tu hêz nikare li hember vîna kurdan şer bike.
 
Derbarê vê mijarê de Rêveberiya Komîteya Çand û Huner a Yekîtiya Êzidiyan Medya Çawîş rizgarkirina Reqayê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG-YPJ pîroz kir û wiha got: "Bi rizgarkirina Bajarê Reqayê gelek  jin  û bi taybet jinên êzidî hatin rizgarkirin. Ev serkeftin bi berxwedana hêzên QSD'ê û bi tekoşîna jinan azad bû." 
 
Parastina welat erka herkesî ye!
 
Mîdye Çawîş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû  jinên kurd  kir ku werin tevlî nav refên YPJ'ê bibin, ji bo parastina gelê xwe têbikoşin û bi rûmeta xwe, li dijî jiyana koletî hewl bidin.
 
Rizgarkirina Reqayê tolhildana jinên êzidî bû
 
Ji aliyek din ve jî Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Rehîme Dedo kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku gelek jinên êzîdî beşdarî refên QSD'ê bûn û tolhildanên jinên êzidî bi serkeftinek mezin rakirin û got: "Ev Serkeftina ku li Bajarê Reqayê bi destê QSD'ê hatiye avakirin, di asta herî bilind de ye." 
 
Hêviyên jinên êzidî, aştî ye
 
Rehîmeyê di dawiya axaftina xwe de hêviyên xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi lêv kir û got: "Em bi hêvî ne ku jinên ku hîn di  destên çeteyên  DAÎŞ'ê de ne û hemû herêmên Rojavayên ku di bin destên çeteyên Dewleta Tirk, Cebhete Elnusre, Ehrar Elşam de ne dê di demên nêz de werin rizgar kirin. Hêviya jinên êzidî,aştî ye, aştî jî mafê mirovan ên herî rewa ye."
 
Gelê Kurd  her tim şerê aşîtiyê dike  
 
Her wiha Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê Selwa Xelîn jî bi navê pêkhateyên Ereb hêzên QSD'ê silav kir. Selwa  bal kişand ser rizgakirina Bajarê Reqayê  ku DAÎŞ'ê ji xwe re kiribû weke paytext. Rizgarkirina Reqayê weke gaveke girîng ji bo aştiya gelan dibîne.Selwayê got: "Rizgarkirina Reqayê li Bakûrê Sûriyeyê serkeftineke mezin ya li dijî DAIŞ?ê bû. Her wiha serkeftina tevahî cîhanê li dijî terorê bû."