Li Kurdistanê polîtîkaya xespê: OHAL, KHK, Qeyûm (1)

  • 09:09 28 Cotmeh 2017
  • Rojane
Di polîtîkayên jinan de ‘şaredariyên yekem’
 
AMED - Şaredariyên DBP’ê yên di alî polîtîkayên jinan de tecrubeyek mezin qezenç kirin ji 11’ê îlona 2016’an şûnde teslîmî qeyûm hat kirin û îradeya gel xesp kirin. Gelek xebatên jinan ên şaredariyan jî  di rêveberiyên herêmî de projeyên yekem bûn.
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re hikûmeta AKP’ê ji bo zemîna rewakirina êrîşan rewa bike wek derfet bandor li ser rayagiştî kir. KHK hatin derxistin û aliyên muxalîf bê bandor hatin hiştin. Desthilatdariyê ji 11’ê îlona 2016’an şûnde bi KHK’yan di nav de şaredariyên Êlih û Colemêrgê jî heye, qeyûm tayînê 28 şaredariyan kir.
 
Feraseta şaredartiya ‘demokratîk azadîxwaz’ di 1999’an de bi HADEP’ê dest pê kir û di hilbijartinên herêmî yên 2014’an  DBP’ê xurtir kir û DBP'ê bi îradeya gel li gelek navend û navçeyên Kurdistanê şaredarî qezenc kir.  Di 2016’an de bi KHK’yan qeyûm tayînê  92 şaredariyên DBP’ê hat kirin. Gelek xebatên jinan hîna di bin dagirkirina qeyûman de ne.
 
OHAL’ê deriyên rayeyan heta dawî vekir
 
Bi talîmata Wezîrê Karê Hundir re îradeya gel hat tunekirin û  qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin. Bi OHAL’a hat îlankirin re ji bo serokkomar bi rêya KHK’yan raye hat dayîn û bi saya vê di 15’ê Tebaxa 2016’an de KHK’a hejmar 674 hat îmze kirin.  Bi KHK’yê dest danîn ser şaredariyan û qeyûm hatin tayînkirin.
 
Hevşaredar bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin. Qeyûmên tayînî şaredariyan bûn jî di serî de xebatên jinan û hemû xebat hedef girtin.
 
Pergala nûneriya wekhev anîn
 
Feraseta Şaredartiya ‘demokratîk azadîxwaz’ ku di 1999’an bi HADEP’ê dest pê kir, di dema DBP’ê de xurtir bûbû.  Di dema HADEP’ê de bi sê serokên jin hat destpêkirin û  pêngava rola aktîf a jinan ya di siyasetê de, di  2004’an de bi 9 hevşaredar, di 2009’an de jî bi 14 hevşaredarên jin berdewam kir. Di 2014’an de  kotayeke jinan a berfireh hat veqetandin.  Der barê jinên herêmî de xebat hatin meşandin. Di mijara wekheviya zayendî de gelek faaliyet hatin meşandin. Di hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an de pergala hevserokatiyê yanî nûneriya wekhev anîn. Ji bo şaredariyan du serok yanî yek mêr û yek jin hatin hilbijartin.  Di 96 şaredariyan de pergala hevserokatiyê hat bikaranîn.  Li sê bajarên mezin, 8 bajar û 85 navçe û bajarokan pergala hevserokatiyê hat pêkanîn.
 
Rola jinan a di şaredariyê de hat zêdekirin
 
Piştî hilbijartinên 2014’an şûnde jin tevlî pêvajoyên biryariyê yên şaredariyê bûn û meclîsên jinan ên şaredariyê yên ji xebatkarên jin pêk dihatin hat avakirin. Ji bo xebatên pratîk ên meclîsê bên meşandin lijneyên jinan û koordînasyonên jinan hatin avakirin.  Piştî meclîsên jinan ava bûn li şaredariyan hemû kar û bar ji aliyê jinan ve hat rojevê.  Bi nêrîna jinan biryar hatin girtin. 
 
43 navendên jinan hat avakirin
 
Şaredariyên DBP’ê di bin bana xwe de Midûriyetên Polîtîkayên Jinan û Serokatiyên Daîreyên Polîtîkayên Jinan ava kirin. Li şaredariyên bajarê mezin, Serokatiyên Daîreyên Polîtîkayên Jinan hat avakirin û li hinek bajar û navçeyan jî midûriyet hatin avakirin.  Di çarçoveya li dijî şîdeta li ser jinan, di bin bana şaredariyên Amed, Wan, Baglar, Adenîzê stargehên jinan hatin vekirin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Îstasyona Pêngava Yekem û Xeta Alo Şîdetê hat avakirin. Dîsa li 43 şaredariyan Navenda Jinan hat vekirin.
 
Bi vekirina navendên jinan, hat hedefkirin ku têkiliya jinan a bi rêveberiyên herêmî re bê danîn, li taxan der barê tiştên jin dijîn, de tevlîbûna pêvajoyên biryarê hat xurtkirin.
 
Qadên aboriyê yên jinan hat avakirin
 
Ji bo aboriya jinan pêş bikeve atolyeyên hilberînê hatin avakirin. Navendên nirxandina keda jinê, bazarên taxê yên jinan hatin avakirin û jinan hilberînên xwe li bazaran firotin.  Malên cilşoyê, qadên şûştina xaliyan, kreş, malên tenûrê hatin avakirin.
 
SIBÊ: 92 şaredariyên DBP’î di destê qeyûm dene, 27 hevşaredarên jin girtîne