'Bavê min bi fermana Tansû Çîller hat windakirin'
- 09:07 28 Cotmeh 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
COLEMÊRG - Di salên 90'î de bi hezaran mirov an di binçavan de yan di bomberdimanan de û yan jî di bajaran de hatine qetilkirin. Di salên 90'î de piştî gotina Serokwezîrê wê demê Tansu Çîller a 'Lîsteya karsazên kurd di destê me de ye' Gelek karsazên kurd hatine wendakirin. Yek ji van jî karsazê Geverê Kadîr Keremoglu ye. Zarokên Kadîr qala bavê xwe kirin û gotin ku kujerên bavê wan aşkere ne.
Di salên 90'î de li gel polîtikayên koçberkirin û valakirinê gelek mirov jî hatine wendakirin û qetilkirin. Gelek kes bêsedem hatine qetilkirin. Hîna jî kujerên salên 90'î li Tirkiyeyê nayên darizandin. Serokwezîra wê demê Tansu Çîllerê piştî ku got 'Lîsteya karsazên kurd di destê me de ye' li Kurdîstanê gelek karkersazên kurd bûn neçîra dewleta tirk û hatin qetilkirin, wendakirin. Piştî wê gotina Tansu Çîllerê karsazê bi navê Kadîr Keremoglu (60) tê binçavkirin û di binçavan de tê wendakirin. Zarokên Kadîr behsa wendakirina bavê xwe kirin.
'Bavê min di binçavan de hat wendakirin'
Keça Kadîr Mûhbet Tekîn diyar kir ku gav bavê wê wenda bû ew hîna zarok bûye û got ku bavê wê karsazek kurd bû û wiha axivi;"Ev 22 sal e bavê me wenda ye. Di salên 90'î de qirkirina herî mezin li ser kurdan pêk hat. Ne tenê bi valakirinê bi her awayî ser kurdan polîtika didan meşandin. Bavê min karsaz bû, piştî gotina Tansu Çîllerê 'Lîsteya karsazên kurd destê me de ye' bavê min hat wenda kirin. Çi zirara mirovekî 60 salî wê bigihîje we? Bavê min bi destê dewleta tirk û bi fermana Tansû Çîller hat qetilkirin. Gava ku bavê min tê binçavkirin di binçavan de tê wendakirin. Gelo we tiştekê wisa dîtiye? Di bin ewlehî û çavdariya dewletê de bavê min tê wendakirin. Tu kes jî nizane çawa wenda bû. Gava ku bavê min wenda bû, ez hîna pir biçûk bûm. Çavên min her tim li bavê min digeriyan. Me ji diya xwe dipirsî diya me jî nedizanî ku bavê min li ku ye? Dewletê bavê me wenda kir."
'Bi zilmê dewlet nikare hebûna xwe bide qebûlkirin'
Mûhbetê da zanîn ku wê zarokatiyek beyî bavê xwe derbas kir û got ku xemginiya herî mezin zarokatiya bêbav bû û wiha berdewam kir;"Dewletê di salên 90'î de bi zilma xwe rûyê xwe yê reş nîşanî gelê kurd da. Zarok sewî hiştin bav, dayîk jî wenda û qetil kirin. Di jiyana min de ji bo min xemginiya herî mezin wendakirina bavê min bû. Dile me pir şewîtî. Ew agirê di dilê me de qet nehate vemirandin. Bi zilmê dewlet nikare hebûna xwe bide qebûlkirin. Di salên 90'î de bi zilm û qetilkirinê dixwastin me biqedînin. We qetil kir hûn çima wenda dikin? Ez vê zilmê tu caran qebûl nakim. Em dixwazîn êdî edelet bê. Li hemberî hemû neyîniyan jî dîsa em bi hêvî ne."
'Kujerê bavê min Tansu Çîller e'
Mûhbetê da zanîn ku kujerên bavê wê aşkere ne û bang li rayedarên hikûmetê kir ku hestiyên bavê wê bidin û wiha pê de çû;"Em hemû cejnan xemgîn pêşwazî dikîn. Ji ber ku em nizanîn hestiyên bavê me li ku ne. Bi salane em li hestiyên bavê xwe digerîn. Dewlet tiştekî ji me re nabêje. Kujerên bavê min Tansû Çîller e. Em dixwazîn faîl bên darizandin. Mafê me ye jî em rûyê edeletê bibinîn. Em dev ji lêgerîna hestiyên bavê xwe bernadîn. Ez bang li rayedarên dewletê dikim ku hestiyên bavê me bidin û kujer bên cezakirin."
'Dewlet jî dozgerî jî emnîyet û jandarme jî dizanin kujer kî ne'
Kurê Kadîr Bahattîn Keremoglu jî bal kişand ser polîtikayên salên 90'î û got ku kujerê bavê wî dewlet e û wiha got:"Bavê min hatiye wendakirin heya niha em lê digerîn. Hîna dewletê tu agahî nedane me. Gava ku bavê me wenda bû, em çûn qereqola navenda Wanê . Li wir Fermandarê qereqolê em pêşwazî kirîn. Ji xwe kujerê bavê min ê yekem ew e. Gava em di hevdîtînê de bûn fermandar rabû ser piyan û got 'Berî min çi tişt diqewimin' Ji me re got em ê alîkariya we bikîn ev 22 sal di ser re derbas bûn, hîna me agahî ji bavê xwe negirtiye. Em heya DMME''yê jî çûn. Me ji wir jî pirsî. Lê tu agahî nehatin dayîn. Dewlet jî dozgerî jî emnîyet û candirme jî baş dizanin ku kujerê bavê min kî ne. Ez hatime vî temenê xwe heya niha ez li bavê xwe digerim û ez ê berdewam jî bikim."








