ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 28 Cotmeh 2017
- Rojev
*Zarokeke ku di aloziya Sûriyeyê de êş nekişandibe tuneye.Bi taybetî jî zarokên ku di bin siya çeteyên DAÎŞ`ê de mecbûr mane ku bijîn. Li Reqaya ku 4 salan di bin siya zilm û îşkenceya DAÎŞ'ê de ma, herî zêde zarok êşiyan . Di çavên wan zarokan de,bi hezaran çîrokên bi êş hene. Çîrokên ji siya tirs, êş, lêdan û xwînê hene.
*Mamoste Mustafa S. ku li Elbaqê li dibistana şevînî zarok bi rêya tacîzê îstîsmar kir, di îfadeya xwe ya emniyetê de diyar kir ku statuya mamostetiyê bi kar aniye û zarok îstîsmar kiriye. Mustafa S. parastinên ku zewaca zarokan normal dike jî kir, zewaca mamosteyan a bi xwendekaran re jî rewa dît.
*Di salên 90'î de bi hezaran mirov an di binçavan de yan di bomberdimanan de û yan jî di bajaran de hatine qetilkirin. Di salên 90'î de piştî gotina Serokwezîrê wê demê Tansu Çîller a 'Lîsteya karsazên kurd di destê me de ye' Gelek karsazên kurd hatine wendakirin. Yek ji van jî karsazê Geverê Kadîr Keremoglu ye. Zarokên Kadîr qala bavê xwe kirin û gotin ku kujerên bavê wan aşkere ne. BI DÎMEN
*Şaredariyên DBP’ê yên di alî polîtîkayên jinan de tecrubeyek mezin qezenç kirin ji 11’ê îlona 2016’an şûnde teslîmî qeyûm hat kirin û îradeya gel xesp kirin. Gelek xebatên jinan ên şaredariyan jî di rêveberiyên herêmî de projeyên yekem bûn.
*Jina bi navê Meral Erdogana ku 40 salî ye û ev 25 sal e pez xwedî dike got ku ji ber tû kar tune ye zarokên wê bixebitin sewalan xwedî dikin û pê debara xwe dikin. BI DÎMEN
*Yekîtiya Jinên Êzidî û jinên pêkhateyê ereb kêfxweşiya xwe ji bo rizgarkirina Bajarê Reqayê anîn ziman û bi hev re gotin: "Bajarê Reqayê bi vîna jinên azad rizgar bû." BI DÎMEN
*Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Jinên siyasetmedar ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin, gotin ku ji bo ev tecrîd bê rakirin divê di serî de jin û piştre jî hemû gelê kurd rabe ser piyan û ji bo tecrîd bê şikandin çalakiyan li dar bixin. BI DÎMEN
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Koncayê diyar kir ku di çapemeniyê de zayendperestî îro li Tirkiyeyê wek rastiyek rojane hebûna xwe diparêze û wiha pê de çû: “Ev rewş hewldana AKP’ê ya li gorî xwe jinê biafirîneye. Li dijî vê yekê jin li çalakiyan, kolanan û berxwedanê de ne. Çapemeniya têkoşîna jinan dide xuyakirin jî di bin zextên cidî de ne.” BI DÎMEN
*Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku bi qanûna miftitiyê jiyana muhafazakar li jinan tê ferzkirin û divê piştevaniya jinan a li dijî pêşnûme ya qanûna li meclîsê hatiye qebûlkirin, bê zêdekirin. BI DÎMEN
*Suna Kalayci ya li Seferîhîsarê sabunên xwezayî yên ji dema Sumeran heta roja me hatiye çêdike, çanda hezaran salî jî dide jiyîn. Suna seranserê salê li ser bana xaniyê xwe ava baranê ya kom dike û bi koza agir saburê çêdike û hilberînên xwezayî çêdike. BI DÎMEN








