Li Yukselê dîsa mudaxale: 5 kes hatin binçavkirin

  • 15:16 27 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya li Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 353'an de berdewam kir. Polîsan dîsa mudaxaleyî çalakgeran kir û 5 çalakger bi derpkirinê binçav kirin. 
 
Çalakiya perwerdekaran Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya bi armanca "Em karê xwe dixwazin" di roja 233'an de berdewam dike. Çalakgerên ku ji bo karê xwe bixwazin û piştgiriyê bidin Nûriye û Semîh, dîsa li Kolana Yukselê bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" berdewam kir. Çalakger, di roja 353'an de li Kolana Konurê kom bûn û xwestin bimeşin Birdariya Mafên Mirovan. Lê polîsên kolan girtin destûr nedan çalakger daxuyaniyê bidin û mudaxale kirin. Polisan di mudaxaleyê de 5 kesan bi derpkirinê binçav kirin.
 
Polîsan rojnamegerên nûçe dişopandin jî asteng kirin û destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Dema di navbera polîs û rojnamegeran de niqaş derket polîsekî got "Bi min ne niqaş neke dê rewş xerab bibe" û gef xwar.