Di serî de bi tacîzê re rûbirû hişt piştre jî gilî kir
- 13:05 27 Cotmeh 2017
- Rojane
ERZIROM - Mêrî bi navê S.A. yê 70 salî ku li nexweşxaneyê jinek bi tacîzê re rûbirû hişt piştî ku hat berdan bi îdaya ji hevjînê jina ku tacîz kiriye lêdan xwariye gilî kir.
Jina bi navê M.Y. ku di 25'ê cotmehê de bi hevîjê xwe re çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erziromê, ji aliyê mêrê bi navê S.A. yê 70 salî ve bi tacîzê re rûbirû hat hiştin. O.Y. yê ku ferq kir hevjina wî tê tacîzkirin sîle li S.A. yê tacîzkarda. S.A. bi îdiaya tacîz kirinê hat binçavkirin û piştre jî serbest hat berdan .S.A. piştî ku hat berdan li O.Y. bi îdiaya ku lê daye gilî kir.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.








