A.'ya ku ji aliyê pergala baviksalar ve fuhuş lê tê ferzkirin li hêviya piştgiriya jinan e
- 12:29 27 Cotmeh 2017
- Rojane
WAN - Jina bi navê A. ku ji aliyê pergala baviksalar ve bi şîdetê re rûbirû maye û ji bilî fuhuşê tu rê jê re nehatine hiştin vê pergalê bi piştevaniya jinan hildiweşîne. A. ya ku diyar kir ji ber parastina xwe kiriye fonê ku ji aliyê Muduryeta Malbat û Polîtîkayên Civakî ve jê re dihat dayîn jî hatiye birîn, naxwaze ku dîsa fuhuşê bike.
Li Tirkiyeyê kuştina jinan ji ber ku bi bêcezatiyê tê xelatkirin, hemû cureyên şîdeta ku li jinan tên kirin ji aliyê pergala baviksalar ve tên destekirin û qanûn ne kesa mexdûr kujeran diparêze roj bi roj qadên jiyanê li jinan tên tengkirin. Ji van jinên ku hatine mexdûrkirin yek jê jî jina bi navê A.ye ku ji aliyê pergala baviksalar ve hemû qadên jiyanê lê hatine qedexekirin...
A. ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve her roj bi şîdetê re rûbirû dimîne hevjînê wê yê berê jî zarokên wê nîşanî wê nade. A.ya ku nikare zarokên xwe bibîne, ji bo ku zarokên xwe bigire cem xwe deriyê ku li wan dide hemû li ber hatine girtin. A. ya ku bi hevjînê xwe yê berê re li heman bajarî dijiya ji ber tirsa ku wê dîsa bi şîdeta wî re rûbirû bimîne, hatiye li Wanê bi cih bûye.
A. ya ku ji bo li Wanê debara xwe bike di karên cûrbicûr de xebitiye li vî bajarî jî şîdeta ku ji aliyê mêran ve lê ahtiye kirin wiha vedibêje:
'Ji ber ku devê min girtin dengê min derneket'
"Ji ber ku ez li Wanê biyanî bûm ez bi jineke ku dihat kafeya lê dixebitîm re bûm heval. Vê jinê rojekê xwest ku ez bi wê re biçim otogarê. Piştî ku jina ez pê re çûm siwarî otobusê bû ji bo ku vegerim malê li wesayitekê siwar bûm. Piştî ku li wesayitê siwar bûm ji paş ve du mêran êrîşî min kir. Yekî ji wan devê min girt û yekî jî çanetyê min û telefona min ji min girt. Cuzana min û hemû alavên min ên taybet di çenteyê min de bûn. Mêrê ku sutiyê min ji paşve kişand min gelek êşand. Min xwest ku biqîrim. Lê ji ber ku devê min girtî bûn dengê min derneket."
Bi mirinê tehdît kirine!
A. diyar kir ku di wesayitê de 3 mêr hebûn û her li wê dane. A. di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em ji navenda bajêr dûr bûn. Lê ji ber ku ez Wanê baş nas nakim nizanim ez li ku bûm. Piştre wesayit hat rawestandin. Bi derbkirinê min ji wesayitê daxistin. Dema ku min li derdora xwe nêrt riyeke dirêj hebû. Sergoyekî mezin hebû...Piştre ez hîn bûm ku min li derê bajêr li ser rêya Qelqeliyê ku sergoyê bajar e. Li wê hin mêrên din jî hebûn. Baş nayê bîra min ku çend kes bûn. Dema ku min xest biqîrim ji nav wan mêrekî kêr derxist û got ku tu biqîrî ez te bikujim û rûyê te bi kêrê bibirim."
A. ya ku hat revandin û bi şîdetê re rûbirû maye diyar kir ku bi salan ew hîn travmaya tecawiza lê hatiye kirin dîjî wiha got: "Piştre min avêtin taxekê û reviyan. Min xwîn winda dikir. Hemû bedana min bibû şopa derban. Wekî ku tax vala be hemû lambe vemirandî bûn. Min nikaribû ber xwe bidîta. Piştî bi saetan min firneyek dît. Min xwe avêtê û min alîkarî xwest. Piştre ji ser hişê xwe çûme."
'Pişter min serêdana sûc kir'
A. diyar kir ku wê çavê xwe li nexweşxaneyê vekiriye û li dora wê polîsa hebûne. A. yê diyar kir ku piştî dermankirinê polîs îfadeya wê girtiye û wê jî derbarê êîrşkaran de gilî kiriye. A. got ku wê dema pênaseya êrîşkaran kiriye ji aliyê polîsan ve bi testê re rûbirû maye û ev tişt got: "8 kesî tecawizî min kiribû lê polîs di girtekê de 2 kesên din jî nivîsandin ji bo ku min test bike bê ka hişê min li serê min e an na. Lê min her heşt kes jî nas dikirin lê min kesên ku polîsan li girtekê zêde kiribûn nas nekirin û min got ez nas nakim .Piştre polîs bi min bawer bûn. Piştr min serlêdana sûc kir."
'Malbatên sûcdaran min tehdît kirn'
A. diyer kir ku wê piştî serlêdana sûc kiriye 8 kesên tecawizî wê kirine hatine girtin, vê carê jî ji aliyê malbatên van kesan ve hatiye tehdîtkirin û wiha got: " Ev heşt kes jî xizmên hev bûne û malbateke naskirî ya li Qelqeliyê bûne. Ez her ji aliyê vê malbatê ve hatim tehdîtkirin. Bavê yekî ji van jî derbarê min de lêkolîn kiriye. Piştî ku hîn bû zarokên min hene vê carê jî min bi zarokên min tehdît kir. Ji min re got ger 'tu serlêndana xwe paşve nekişînî ez ê zarokên te bikujim' .Ez jî tirsiyam. Ji ber ku bitenê bûm û kesekî min li Wanê tune bû. Malbata min jî ji ber ku min hevjînê xwe berda bû min red kiribû. Îfadeya min bi zorê bi min paşve dan kişandin û tecawizkar serbest hatin hiştin."
Fuhuş wêkî bijarteyek tê pêşkêşkirin
Pergala baviksalar wekî ku A.ya tecawizî wê hat kirin wê nikaribe bi wayekî normal jiyana xwe berdewam bike tevgeriyaye û fuhuş jê re wekî bijarteyeke hatie pêşkirin. A. Wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ji ber ku çareyek min a din tune bû min demekê ji mecbûrî fuhuş kir." Herwiha A. zaroka xwe ya piştî tecwizê aniye dinê jî daye malbatek din.
Bi piştevaniya jinan jiyanek nû
A. dema ku fuhuş kiriye du zarokên din jî anîne dinê. Aya ku di perlgala lê fuhuş ferzkiriye de li çareseriyekê geriyaye beriya ku Komeleya Jinan A Wanê bi KHK'ê bê girtin li wê serlêdan kiriye. A. diyar kir ku bi piştgiriya jinên li komeleyê jiyana wê guheriye, wê nema fuhuş kiriye. A. bi alîkariya komeleyê serî li Muduryeta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî daye û ji bo zarokên wê fon hatiye dayîn.
Ji ber parastina xwe kir fonê wê hat birîn!
A. ya ku vê carê destûrê nade tu kes bikevin rewşa wê, ji ber ku keça cîrana xwe parast derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin.
A. Piştî lêpirsîn û cezayê pere zahmetiyên ku bi wan re rûbirû maye wiha vedibêje:
"Dema ku min li mêrê cîrana min tacîz kir da wesayita wî jî zerar dît. Bedela vê zerarê 300 TL bû. Ji min re gotin divê tu vê zerarê pêşwazî bikî. Min jî got ez niakrim derfetên min tune ne .Piştî ve ev pere li gel faîza ku hat ser 6 hezar TL hat. Di mehên borî de ji ber cezayê pere ku li min hat birîn ez û zarokên min şandin girtîgehê. Aktîvîstên jin ku bi vê haye bûn di nav xwe de hezar TL top kirin û deynê min dan. Ji ber ku min yê mayî neda fonê ku Muduryeta Malbat û Plîtîkayên Civakî ji bo zarokan dida min birî. Ez ê çwa li van zarokan binêrim nizanim? Ji min re dibêjin biçe sitargeha jinan .Lê ez naxwazim li wê bimînim. Dixwazim ez li zarokên xwe binêrim û dixwazim li me xwedî bê derketin."
Banga hestiyariyê kir!
Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozunver jî diyar kir ku êdî komeleyek wan tune ye, alîkariya ku bikaribin bikin gelek kêm dimîne û wiha got: " Min A. berî ku komeleya me bê girtin bi demek kurt nas kir û piştî ku min ew nas kir jî me bi aktîvîstên jin re her piştgirî dayê. Lê di rewşa niha de alîkariya ku em bidin kêm dimîne. Ez bang li rayedaran dikim : Çima fonê A. hat birîn? Jineke ku mexdûr e mexdûrtir tê kirin. Ji bo jinên mexdûr ji fuhuşê wêdetir tu rê nayê nîşandan. Divê ku demildest ji A. yê re alîkarî bê dayîn."








