Ji malbata Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê

  • 11:43 27 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.