Jinên Şengalê Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn

  • 10:05 27 Cotmeh 2017
  • Rojane
ŞENGAL - Di sala 1992'an de li herêma parastina medyayê şerekî mezin û dijwar di navbera Şervanên Azadiyê,  Artêşa Tirk û KDP'ê  derket. Di vî şerî de ji bo Bêrîtan Hêvî radestî destên wan nebe xwe ji ser zinarê avêt erdê û jiyana xwe ji dest da. Jinên Şengalê jî Bêrîtanê bi bîr anîn
 
Di sala 1992'an de li herêma parastina medyayê şerekî mezin û dijwar di navbera Şervanên Azadiyê,  Artêşa Tirk û KDP'ê  derket. Di vî şerî de ji bo Gulnaz Karataş( Bêrîtan Hêvî) radestî destên wan nebe xwe ji ser zinarê avêt erdê û gihaşt şahadetê. 25'în salvegera Bêrîtanê li Çiyayê Serdeştê û bi pêşengtiya TAJÊ hat bi bîr anîn.Endama rêvebira TAJÊ Sosin Bêrîvan li ser kesayeta Bêrîtanê wiha dest bi axaftina xwe kir:"Bêrîtana leheng ji Dêrsimê bû. Wê feyza xwe ji serîldana jinên Dêrsimê yên ku di komkujiya Dêrsimê de serî hildabûn jî stendibû. Bêrîtanê xwe ji her alî pêşxistibû. Wê Rêber Apo ji nêz de nas dikir û felsefeya wî diparast."
 
'Şehîd Bêritan ji bo jinê xeta azadiyê ye'
 
Endama rêvebira TAJÊ Sosin Bêrivan gotinê xwe wiha domand:" Dema ku heval Bêritan tê çiya piştî demekê ji Rêbertî re nameyekê dinivisîne û dibêje ger destûra te hebe ez dixwazim jiyana te binivîsim. Bi rastî ji bo ku mirov Rêbertî binivîsîne hêzek mezin hewce dike, lê hevala Bêrîtan ev hêz di xwe de dabû avakirin. Ji xwe piştî şehadeta hevala Bêritan Rêbertî artêşbûyina jinê xist rojevê û li ser vê yekê xebat da meşandin. Hevala Bêrîtan ji bo me xeta berxwedanê bû wê li hemberî xeta îxanetê xwe di zinaran de avêt û teslîm nebû. Dixwestin di kesayeta jinê de vê tevgerê lawaz bikin lê hevala Bêrîtan bi berxwedana xwe ev plan vala derxist. Dema pêşmergeyek destê xwe dirêjî hevala Bêrîtan dike dibêje were em tiştekî bi te nakin lê hevala Bêrîtan berê çeka xwe dişkîne û dawî de xwe di zinaran de diavêje.  Bi rastî hevala Bêritan ji bo me felsefeya jiyana rasteqîn bû, em ji wê fêrî xeta berxwedanê bûn.
 
'Şehîd Bêrîtan xeta îxanetê têk bir'
 
Endama rêvebira TAJÊ Sosin Bêrivan bi van hevokan dawî li gotinên xwe anî:"Bi rastî em di kesayeta hevala Bêrîtan de fêrî gelek tiştan bûn, ew ji bo me xeta tekoşîna jina azad e, ez bang li hemû jinên êzidî dikim ku werin em xeta heval Bêrîtan ji bo xwe esas bigirin.  Ji bo careke din îxanetên wekî ya 1992'an, ya li Şengalê û ya li Kerkukê qewimî dîsa pêk nê, em xeta Bêrîtanê biparêzin ku wê bi dilekî wêrek heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam kir."
 
Piştî axaftina Sosinê filîmê ku li ser têkoşîna Bêrîtan hatibû kişandin, hat temaşekirin. 
 
Berî ku Bêrîtanê jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re gotibû dema ku ez bimirim ji bo min helawê çêbike, li ser daxwaza Bêrîtanê helaw hat çêkirin û hat belav kirin.