‘Divê serkeftina jinên Reqayê bê xurtkirin û bersiv bê dayîn’
- 09:19 27 Cotmeh 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Xilaskirina Reqayê ya ji destê DAIŞ’ê, YPJ’ê îlan kiribû. Jinên Edeneyê diyar kirin ku vê serkeftinê kelecanek mezin bi wan re ava kiriye û got divê xwedî li vê serkeftinê bê derketin û xurtkirin.
Xilaskirina Reqayê ya ji destê DAIŞ’ê, YPJ’ê îlan kiribû û diyar kiribû ku ew vê serkeftinê diyariyî hemû jinên cîhanê dikin. Ev deng li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve bi coş hat pêşwazîkirin. Jinên Edeneyê jî diyar kirin ku jinan li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin dane û divê hemû jin li her derê têkoşînek wekî ya li Reqayê bidin.
Yonca Îreyê daxuyakirin ku têkoşîna jinan li wir daye ew gelek kêfxweş kirine û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê derketin holê hêza xwe li ser jinê cerebandin. Tecawiz kirin û qetil kirin. Wek kole firotin. Li ber çavê cîhanê qirkirin pêk anîn. Serkeftina li Reqayê bi me re kelecan çêkir. Divê bi destê jinê ev têkoşîn bê xurtkirin û hemû jinên cîhanê vê têkoşînê bidin.”
Yildiz Zeraydîl jî got ku bi destê jinê qedandina DAIŞ’ê kêfxweşiyek mezine û got: “YPJ’ê têkçûna dijminê jinê diyariyî hemû jinên cîhanê kir. Ev gelek girîng e. Li her derê cîhanê jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Rêxistibûna jinê îmzeyê davêje binê serkeftinan.
Vê serkeftinê ez gelek kêfxweş kirim."
Rahîme Çelîk jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku divê hemû jin xwedî li vê serkeftina Reqayê derkevin û her wiha got ew vê serkeftina diyariyî wan hatiye kirin pîroz dike.








