ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 27 Cotmeh 2017
- Rojev
*Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Evîndar Dêniz pêşketinên leşkerî yên dawî û pêngava Bagêra Cizîrê nirxand. BI DÎMEN
*Li Tirkiyeyê saleke OHAL berdewam dike. Li gel OHAL'ê pêşî li krîza aborî jî bi tu awayî nayê girtin. Esnafên Geverê diyar kirin ku dirêjkirina OHAL pêşi li krîza aborî vedike û bang li rayedarên dewletê kirin ku krîza aborî çareser bikin. BI DÎMEN
*Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha mijdarê diyar kir. Şanoya bajar wê di meha mijdarê de 3 lîstikan pêşkêş bike. Di çarçoveya bernameya meha mijdarê ya şanoyê de wê li salona şanoyê pêşangeha girtiyekî û herwiha wê derhineke jin a Îtalyayî ku bê Amedê re jî atolye bê lidarxistin. BI DÎMEN
*Di meha borî de li Enqereyê di operasyona hat kirin de endama partiya Şoreşger û xwendekara zanîngeha Enqereyê Ozgecan Ozgenç hatibû girtin û bi nameya ji girtîgeha Sîncanê şand diyar kir ku ji bo bi hevalên jin yên sala borî ji heman dozê girtîne re bimîne daxwazaname daye û got: “Îdareya girtîgehê got ‘tu dixwazî tevlî rêxistinê bibî?’. Bi israr dixwazin me bikin koguşa serbixwe. Hewcedarên me jî ji aliyê îdarê ve tê astengkirin. Em li dijî van pêkanînan li ber xwe didin.”
*Salîha Aydenîz ya di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de di 19’ê Tîrmehê de hat binçavkirin û li ser îtîrazê hat berdan, 21 çalakî û bernameyên tevlî bûne sûc hatin hesibandin û li îdianameya wê hatin zêdekirin. Tevlîbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û protestokirina pergala perwerdeyê ya 4+4+4 ku Salîha tevlî bûye jî wek hêmana sûc di îdianameyê de cih girt.
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ev tê wateya bi agir dilîzin. Bila ji ser Birêz Ocalan Gelê Kurd neceribînin. Gelê Kurd amade ye ku ji bo Ocalan bedelê bide. Bila li ser hesasiyetên Gelê Kurd kes peyama nede.”
*Futbolîstên Tîma Futbolê ya Jinan a Xizmetên Ciwanên Tekîrdagê (Tekirdag GHSK) li Tekîrdagê eleqeyek mezin dibînin. Futbolîstên jin diyar kirin ku futbol ne tenê ji bo mêran e û gotin: “Hemû sahayên futbolê yên me ne. Bi taybet divê jin saha û trîbunan vala nehêlin.”
*Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaranê diyar kir ku piştî OHAL’ê îşkence hatiye normalkirin û got di salên 80’ê, 90’î de îşkence û komkujî li dewleta kûr hatin barkirin û îro jî bi eşkere rewa dikin. Ayşeyê bi lêv kir ku desthilatdarî nav sûcan de fetisiye û xwedî jî lê dernakeve.
*Xilaskirina Reqayê ya ji destê DAIŞ’ê, YPJ’ê îlan kiribû. Jinên Edenê diyar kir ku vê serkeftinê kelecanek mezin bi wan re ava kiriye û got divê xwedî li vê serkeftinê bê derketin û xurtkirin.
*Parêzer Sebahat Gençtarîh ku bi Sîsê Bîngul a surgunê girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hat kirin û girtiyên din re hevdîtin kir geşedanên dawî yên girtîgehê ragihand. Sebahatê diyar kir ku rewşa dayika Sîsê ber bi xerabiyê ve diçe û got Sîsê jê re gotiye: “Yên di vî temenî de ev tişt hêjayî min dîtin bila şerm bikin.” Sebahatê her wiha diyar kir ku li girtiyan yek tîp cil û berg tê ferzkirin û zarokên bi dayika xwe re dimînin jî hewcedariya wan nayên peydakirin.








