Jinên futbolîst: Saha û trîbunan vala nehêlin

  • 09:15 27 Cotmeh 2017
  •  
Evrîm Kepenek
 
TEKÎRDAG - Futbolîstên Tîma Futbolê ya Jinan a Xizmetên Ciwanên Tekîrdagê (Tekirdag GHSK) li Tekîrdagê eleqeyek mezin dibînin.  Futbolîstên jin diyar kirin ku futbol ne tenê ji bo mêran e û gotin: “Hemû sahayên futbolê yên me ne. Bi taybet divê jin saha û trîbunan vala nehêlin.”
 
Futbolîstên Tîma Futbolê ya Jinan a Xizmetên Ciwanên Tekîrdagê (Tekirdag GHSK) tevlî mîhrîcana fîlman a ekolojîk a li Bozcaadayê pêk hat bûn.  Futbolîstên GHSK’ê   ji zarokên keç ên di navbera temenê 11-15’yî de diguhere pêk tê. Li Tekîrdagê rastî eleqeyek mezin tên.Futbolîstan diyar kir ku futbol ne lîstikek mêran e û diyar kirin ku sahayên futbolê yên wa ne.
 
Futbolîstan bi navê Berfîn Başaslan  got ewil bavê wê destur nedaye, lê piştî bavê wê ew li sahaya futbolê temaşe kiriye rewş qebûl kiriye û  piştî serkeftina wê dîtiye, futbol qebûl kiriye.
 
Ewil li taxê niha di tîmê de dilîze
 
Ji lîstikvanên forvet Çîgdem Uruçê jî heman tişt anî ziman û got ewil malbatê destûr nedaye lê di nav demê de qebûl kiriye û got: “Bila jin bê tirs dakevin sahayan.  Kirina sporê, lîstina futbolê mafê her kesî ye.”
 
Elîf Sumerê jî wiha got: “Ji bo serketinê bila hewl bidin.  Futbol ne tenê lîstika mêran e. Her kes dikare bike.” 
 
Pinar Ozcanê jî  yek ji lîstikvanên tîmê ya herî kevn e, wê jî got: "Futbol zîhna mirovan pêş dixe li Tirkiyeyê kes zêde girîngiyê nade vê yekê."
 
Ecrîn Başkaleyê jî  bang li hemû jinan kir ku saha û turîbunan vala nehêlin.