HDP û DBP'ê li ser tecrîta girankirî daxuyanî dan

  • 16:56 26 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED-  Endam û Rêvebirên navend û navçeyan ên HDP û DBP’ê li dijî tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan giran bûye daxûyanî  dan. Daxûyanî Hevserokê HDP’a  navçeya Rêzanê  Ahmet Aslan xwend. Ahmet Aslan got ku  Abdullah Ocalan li dijî hemû zext û zordariyan  ji bo azadî û çareseriyê bi fikr, raman, pêşniyar û hebûna xwe mirovekî cidî ye. Lewra jî divê demildest malbat û parêzerên wî pê re hevdîtin pêk bînin.
 
Li avahiya navçeya Rêzana Amedê li dijî tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê mêşandin daxûyanî hat dayîn. Endam û Rêvebirên navend û navçeyên HDP û DBP’ê tevli daxûyaniyê bûn. Daxûyanî ji aliyê Hevserokê HDP’a  navçeya Rêzanê ya Ahmet Aslan ve hat xwendin.
 
Ahmet got ku li erdnîgariya ku lê dijîn roj derbasnabin ku şerek dest pê nake. Di Rojhilata Navîn de tansiyona siyasetê bi xwe re felaketeke ku nayê zanîn tîne û wiha got: “Ev tansiyon, şer û pevçûnên ku bandoreke mezin li Tirkiyeyê dikin e. Xwestin ku bi darbeya 15’ê Tirmehê re kaosekê derbixin. AKP û MHP'ê kesên ku weka wan nafikirin wan bi navê feto an jî terorîst binav dikin.  Wan Hevserokên partiya  HDP’ê, parlementer û hevşaredar ji xwe re hevrîk dîtine. Êrîşên li ser partiya me yên ji aliyê  AKP û MHP'ê  ve  ji xwe pêşxisitna darbeyê ye.”
 
Aslan herî dawî got ku li dijî tendûristiya Abdullah Ocalan parvekirinên ku li ser medyaya civakî tên kirin siyaseta dilneşewatinê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vî awayî dixwazin çi bikin? Em bang li Wezîrê Edaletê dikin ku berpirsyariyê bigire ser xwe. Em ji Dozgeriya Komara Bursayê dixwazin ku bila daxûyaniyeke bi ewle bidin. Bêdeng mayîn û daxûyaniyên hêsan ve pirsgirêkê çareser nakin. Birêz Abdullah Ocalan ev 18 sal e bi tena serê xwe di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Li dijî hemû zext û zordariyan  ji bo azadî û çareseriyê bi fikr, raman, pêşniyar û hebûna xwe mirovekî cidî ye. Lewra jî divê demildest malbat û parêzerên wî pê re hevdîtin pêk bînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma  “Bê Serok jiyan nabe”  hat bidawîkirin.