ÎHD û Odeya Bijîşkan: Divê ATK'ê serbixwe be
- 16:07 26 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kirin ku li gorî daneyên ÎHD’ê yên dawî li girtîgehan 357 jê girtiyên nexweşiya wan giran, bi tevahî hezar û 25 girtî hene û li gorî daneyên Wezareta Dadê jî 841 girtiyên nexweş hene û xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Şaxa Komelaya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê bi boneya balê bikişînin ser “Hefteya Mafên Nexweşan a Cîhanê” li avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî û Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Şeyhmus Gokalp û rêveberiyan her du saziyan amade bûn. Li ser navê saziyan Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Muhterem Suren daxuyaniya hevpar xwend. Muhterem xala 5’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û xala 7’emîn a Peymana Navneteweyî ya Siyasî û Kesayetiyê bi bîr xist.
Muhterem destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne û wiha got: “Her cure muameleyên dervayî mirovahiyê û rûmetşikandinê pêk tên û her der bûye cihê îşkenceyê.”
Muhterem da zanîn ku li dijî girtiyên nexweş her cure pêkanînên dij mirovî û qanûnî pêk tên û gelek mafên girtyên nexweş tên desteserkirin.
Muhterem anî ziman ku girtî terkî mirinê tên kirin û wiha dewam kir: “Li gorî daneyên ÎHD'ê yên dawî di 22’yê Hezîrana 2017’an de der barê girtiyan de parvekiriye, li girtîgehan 357 jê nexweşiyên wan giran bi giştî hezar û 25 girtî tên ragirtin. Di meha Sibatê ya sala 2017'an de li gorî rapora Saziya Tiba Edlî ku hejmara girtiyên hukumxwar û girtiyên rewşa wan giran di bin belgeyan de berhev kiriye, hejmara wan derketiye 841 kesî."
Muhterem diyar kir ku Saziyên Tiba Edlî bê alî tevnagerin û xwest Saziya Tiba Edlî dawî li bê alîbûn û nirxandinên tekakesî bîne. Muhterem di dawiya axaftina xwe bi munasebeta “Hefteya Mafên Nexweşxan a Cîhanê” daxwazên xwe rêz kir û xwest ku pêkanînên li ser girtiyên nexweş û hemû nexweşan bi dawî bikin.








