Berxwedana Yukselê di roja 352'emîn de ye: 5 kes hatin bînçavkirin
- 15:53 26 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê di çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a roja 352'an de, polîsan mudaxale kir û 5 çalakger bi derpkirinê hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 232'yan de ye, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a kedkaran li Kolana Yukselê dewam dike û 352 roj e karker li ber xwe didin. Kedkaran xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin û li Kolana Konurê kom bûn. Polîsan bi mertalan kolan dorpêç kir û destûr nedan çalakger derbas bibin. Çalakgerên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkarin, mafdarin û em ê bi ser kevin” berz kirin.
Di êrîşa polîsan de 5 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin.








